Dewreya perwerdê ya bi navê Şehîd Raxib Etiya ya li Akademiya Şehîd Mîtan a Leşkerî ya QSD’ê ku ji 95 ciwanên ji pêkhateyê Ereb yên kantona Qamişlo hatibû vekirin bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewreya ku 30 rojan dewamkir ciwanan têde dersên leşkerî û bîrdozî birin. dewre bi merasîmekê bi dawî bû.
merasîma bi dawî kirina perwerdê bi deqek rêzgirtin dest pêkir. Piştre endamê Rêveberiya Akademiya Mîtan, Rohat Ciwan û Endamê Fermandariya QSD’ê Mazlûm Şawîş axivîn.
Di axaftinan de dewreya perwedeyê ya şervanan hate pîrozkirin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.
Di berdewama merasîmê de jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Salih El-Xelef axivî û got ku heta kurên welat mezin dibin, dê sêwî bimîne.
Piştî axaftinê ciwanên ku tevlî QSD’ê bûne, soza leşkerî dan. Di dawiya merasîmê de beşdaran xelekên govendê gerandin.
Hêjaye bi bîrxistinê ku Şehîd Raxib Etiya di 9’ê tebaxê de di hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.