Di çarçoveya hemleya “Berxwedan Jiyane” de ya ku ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan û dagirkeriya li ser Efrîn de, Ciwana li Bajarê Hesekê meşeke li dar xist.
HESEKÊ – Bi siloganê “Berxwedan Jiyane” bi tevlîbûna dehan ciwan û şeniyên bajarê Hesekê ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û dagirkirina li ser Efrîn û bi pêşengtiya ciwanên PYD’ê meşek hat li darxistin.
Meş di seet 9:00an de ji cisrê taxa Miftî ya bajarê Hesekê destpêkir û ber bi navenda Xabur ya çand û huner a demokratik ve meşiya. Di meşê de ciwanan Alên PYD’ê, Alên YCR, YJC û wêneyên Rêberê gelan Abdullah Ocalan rakirin, Her wiha ciwanan siloganên “Berxwedan Jiyane” “Bijî Berxwedana Efrînê” “Bê Serok jiyana nabe” avêtin.
Meş li navenda Xabur ya çand û huner rawestiya û piştî deqek rêz kirtin axaftin hatin gotin.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan YJC’ê berdevka YJC’ê ya Hesekê Albîn Ahmed her wiha li ser navê ciwanên PYD’ê Kîm Kemal axifîn û tecrîda li ser Rêber Ocalan her wiha dagirkirina li ser Efrîn şermezar kirin.
Ciwanan got ku emê li hember siyaseta qirêj û dagirkeriyê berxwedaniyê bikin.
Meş bi dîlanan bi dawî bû.