Li Şemzînanê dema wesayitê cerdevan dibirin herêma operasyonê teqîn çêbû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dema ku wesayitê cerdevan dibirin herêma operasyonê teqîn çêbû.
Li gor nûçeya ANF’ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmê girtibûn 2 cerdevan mirine û 3 jî birîndar bûne.
HPG’ê derbarê mijarê hê ti daxuyanî nedaye.