Li Lîceyê ciwanek bi navê Îdrîs Taş li cihê operasyona leşkerî de mirî hat dîtin. Cenaze bi otopsiyê birin tipa edlî ya Meletiyê.
AMED – Li Lîceya Amedê ciwanek bi navê Îdrîs Taş ciyê daristanî de ji hêla xizmên xwe ve mirî hat dîtin. Hate zanîn ku Taş di 21ê Gulanê de bo tomarkirina êzingan ji malê derketiye. Tê îdîakirin ku Taş ji hêla leşkerên tirk ve hatiye kuştin.
Cinazeyê Taş bo otopsîkirinê birine tipa edlî ya Meletiyê.