Yekîtiya Ciwanên Êzîdî bi daxuyaniyekê ragihand ku wêjî tevlî 1’e mîn konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku sibê li Silêmaniyê pêk were bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya ku li navenda bajarokê Xanesorê ya Şingalê hate dayîn ji aliyê endamê YCÊ Elî Hemed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de Yekîtiya Ciwanên Êzîdî diyar kirin ku ewêjî sibe tevlî 1’e mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku li Silêmaniyê pêk tê bibin.
Ciwanan got ku ermanca me ji tevlîbûna konferansê ewê ku em yekîtiya cianên Rojhilata navîn xurt bikin û pilanên qirêj ku li ser ciwanan tên meşandin vala derxînin.
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan got: Em wek ciwan li ser navê civaka Êzîdî tevlî konferansê dibin. Em dixwazin hêz ji vê konferensê bigirin û em hêz jê bidin û ji bo xizmeta gelê xwe têbikoşin. Em karibin êşa ku civaka Êzidî dîtî, bi cihanê bidin naskirin.”
Hêjaye gotinê ku sibe saet 9:00an de li salona Tewar ya bajarê Silêmaniyê 1’e mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi tevlîbûna ciwanan ji çar perçên Kurdistan û Rojhilata navîn di bin silogana”Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ciwanan û rêyên çareseriya demokratîk” tê lidarxistin.