Yekîneya Tolhildana Şehîd Nazelîn Korkût a DGH û DGKHê li Bornova û Bûca ya Îzmîrê li dijî kesên ku di nava tîfaqa faşîst AKP-MHPê de cih digrin çalakî pêk anîn û wesayîtên wan hatin şewitandin.
ÎZMÎR – Yekîneya Tolhildana Şehîd Nazelîn Korkût a Tevgera Ciwanên Şoreşger( DGH ) û Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger (DGKH), li Bornova û Bûca ya Îzmîrê li dijî kesên ku di nava tîfaqa faşîst AKP-MHPê de cih digrin çalakî pêk anîn û wesayîtên wan hatin şewitandin.
Piştî çalakiyê Yekîneya Tolhildana Şehîd Nazelîn Korkût daxuyanî da û got;
“Li hemberê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ku li ser gelê me êrîşên hovane pêk tîne, çalakiya ku me li Îzmîrê pêk anî her biçe wê zêdetir bibe. Li dijî êrîşên ku Dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê pêk tîne me soza tolhildanê da û Yekîneya Tolhildana Şehîd Nazelîn Korkût a DGH û DGKHê bû tirs û xofa dewletê û wê bibe jî.
Dijmin li Efrînê çiqas di ewlehiyê de be ewqas jî li Îzmîrê di ewlehiyê de wê bibe. Hemû kesên bi dewletê re girêdayî û sazî û amûrên dewletê hedefa me ye.
Bila gelê me yê welatparêz ji hevkar û sixûrên dewletê dûr bisekinin. Bi vê bingehê di serî de ji Serok APO re û ji şehîdên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz re em girêdayîna xwe tînin ziman.”