Tevgera Civaka Demokratîk TV-DEM li bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullh Ocalan û dagirkirina axa Efrîn mşek organîze kir.
QAMIŞLO – Bi hezaran welatiyên herêma Cizîrê tevlî meşê bûn her wiha bi sedan ciwan çihê xwe di meşê de girtin. Meş ji çerxeriya sewameh ya taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo di bin silogana” Meşa gelan ya li dijî dagirkiriya dewleta Tirk” dest pêkir.
Di meşê de wêneyên Rêberê gelan Abdullah Ocaln, Alên YPG’e/YPJ’e û wêneyên zarokên Efrînê ku li ser destê dewleta Tirk ya faşist dema êrîşên liser Efrîn jiyana xwe ji dest dan hatin rakirin.
Meşvan ber bi dewara şehîdên înternasyonal ve meşiyan. Piştre li pêşiya navenda TV-DEM ya taxa Enteriyê rawestiya.
Piştî deqek rêz girtin, axaftin hatin gotin. Li ser navê rêveberiya xweser Abdilkerîm Saroxan axifî.
Saroxan di destpêka axaftina xwe de got ku yê ku astengî ji çareseriya pirsgirêka Sûryê çêdike dewleta Tirke.
Saroxan bal kişand ser hilbijartinên Tirkiyê û got ku dewleta Tirk hemî kesên azadî xwaz kirine zindanan de ji bo ku pêşiya demokrasiyê bikire.
Abdilkerîm Saroxan îşaret bi berxwedana serdemê kir: Berxwedana serdemê ya Efrînê hîn berdewame û wê bi serbikeve.