2 Ciwanên Kurd li Efrînê ku ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 18-3-2018an de hatibûn revandin hatin qetil kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor agahiyan Ciwanên bi navê Weîl Cemîl Soranî û Hisên Abd Alrehman Saxir yên ji gundê Çeqelê Çum ya girêdayî navçeya Cindêris ya Efrînê ku ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatibûn revandin piştî nêzî du mehan ji revandina wan hatin qetil kirin.
Ciwanên ku di girtîgehekê li navçeya Cindêrisê de bûn berî ku bên qetil kirin bi rengekî hovane hatin eşkencekirin.
Fotrafê ku li ser malpera me li gorî agahiyan ji ciwanê bi navê Welîd Cemîl Soran re ye.