Nobeda ‘Azadî ji Ocalan’ re vê hefteyê ji aliyê komeke nû ya ji 4 kesan a ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ve tê girtin.
STRASBOURG-
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 309’an de ye. Her hefte komek ji welatparêzên Kurd ên li bajarên cuda yên Ewropayê nobedê digirin.
Ji roja Yekşemê û vir ve 4 kesên ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê nobedê digirin. Nobedarên vê hefteyê welatparêzên Kurd ên bi navê Mahmût Agirman, Îsa Mûstafa, Emrûllah Ozdemîr û Yilmaz e.