Hemrîn Elî Hevseroka Desteya Ciwana ya herêma Cizîrê got ev 4 sal desteyê hatiye damezrandin di nav rêveberiya xweser de û ev gaveke dîrokîy ye ji bo ciwanan.
QAMIŞLO – Hevseroka Desteya Ciwanan Hemrîn Elî derbarê kar û xebatên desteyê û pirojeyên wan ji ajansa me ya Nûçe Ciwan re axifî.
Hemrîn Elî di destpêka axaftina xwe de got: Ev gaveke nûye ji ciwanare ku bibin xwedî biryar û di bin xizmeta civakê de Pirojeya ciwana karekî berfireh dikin. 11’e navendên me hatine vekirin li herêma cizîrê “Qamişlo, Hesekê (ya şehîd Bîrhat û şehîd Berfîn), Çilaxa, Til hemîs, Til temir, Amûdê, Serê kaniyê û Dirbêsiyê ,ev navend hatinê vekirin ji bo ku ciwan karê xirab nekin û derbasî ekadimiyan dibin.
Elî axaftina xwe dewam kir û got: ji bo ku ciwan fêrî karê Dirûnê, Elekitrîk û elkitron bibin 3’ê heyva perwerda xwe dibin û 3’ê heyva piratik dibin.
Ev perwerde dibe despêka karekî ku karibin malbata xwe xwedî bikin.
Hemrîn Elî li ser projeyên desteya ciwanan wiha got: Pirojeyên me berfirehtir dibin, emê kafitirya, mêvan xane, hawiza avê, xwaringeh û firoş gehekê çêdikin, gelek pirojeyên me berfireh hene mîna dar çandin, her wiha projeyên ji bo pêşî li girtina zewaca di temenek biçûk de,li ser dîwaran nivîsên Rêber APO, nivîsên ji bo bal kişandina li ser berxwedana serdemê, nivisên pêşî li girtina şerê taybet.
Elî diyar kir ku cihên siporê li herêma cizîrê ji nûve têne avakirin bi rê û rêbazên nû kar û pirojeyên xwe didin meşandin wek tê zanin em niha di demsala havînê de hinek kar û xabatên me hatiya seknandin biştî demsala havînê kar û xabatê me zêdetir dibe.
Hervseroka desteya ciwanan Hemrîn Elî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwana dike ku xwedî li nerxên şoreşê derkevin û bi taybet ciwanên derve vegerin welatê xwe û xwedî li vê kedê derkevin û bibin berhemên şoreşê ji bo avakirina welat û avakirina pirojeyên nû ji bo avakirina civakeke demokratîk.