Gerîlayên HPG’ê li herêma Sîdeka ya Başûrê Kurdistanê û li Colemêrgê li leşkerên Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyan de herî kêm 15 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên ji 24 heta 28’ê Gulanê hatin kirin agahiyên berfireh hatin dayin. Hate ragihandin ku li Şemzînanê 4 leşker, li bejahiya Colemêrgê 6 leşker û li Sîdekayê jî 5 leşkerên Tirk hatine kuştin. Hate gotin, li Çelê û Bedlîsê jî çalakî hatin kirin, lê belê li ser encamên çalakiyan agahiyeke zelal bi dest neketin.
Li Şemzînanê çalakiya li dijî qereqolê: 4 leşker mirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakî li dijî qerqolê hate kirin û ev agahî da:
“28’ê Gulanê saet 11’an, hêzên me li dijî qereqola Tisê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên li qereqolê hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku 28’ê Gulanê saet 19:10’î gerîlayên HPG’ê li dagirkerên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin, lê belê li ser hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn agahiyeke zelal bi dest neket.
5 leşker li Evdilkofî hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku heman rojê saet 17:20’î li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Evdilkofî yê li herêma Sîdeka ya Başûrê Kurdistanê çalakî hatiye kirin û got, “Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û konên dijmin hatin xistin, bi qasî ku hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin derdorê.”
Li Bedlîsê çalakiya li dijî Benda kontrolê
Roja 28’ê Gulanê çalakiyeke din li Bedlîsê hate kirin: “Saet 10:20’î li dijî artêşa TC a dagirker ku hewl dida li ser rêya Tetwan û Xîzanê benda kontrolê deyne, çalakiyek hate kirin. Gule li yekîneya dijmin hate reşandin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Yekîneya dijmin a hewl dida benda kontrolê deyne, neçar ma xwe vekişîne.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 27’ê Gulanê artêşa TC a dagirker hewl da bi helîkopterên Skorsky leşkeran deyne qereqola Bîlgeçê ya li navçeya Pulur a Dersimê û hate gotin, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de hêzên me heman rojê saet 17:20’î li helîkopterên ku hewl didan leşkeran deynin xistin. Helîkoptereke ku derb xwar, bêyî ku leşkeran deyne neçar ma ji herêmê biçe.”
Li Colemêrgê 6 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku 25’ê Adarê li Geliyê Kontranisê yê Colemêrgê bi desteka balafirên bê mirov operasyon hate kirin û di dema operasyonê de gerîla li yekîneyeke veşartî xistin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Heman rojê saet 18:00, hêzên me li dijî yekîneyeke veşartî ya tevlî operasyonê bû xistin. Ji nêz ve derb li yekîneya dijmin ahte xistin û 6 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.”
Li Çelê çalakî
Di dawiya daxuyaniya HPG’ê de hate gotin, “24’ê Gulanê saet 00:10 û 26’ê Gulanê saet 19:00, hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Şundirê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 çalakî kirin. Di çalakiyan de li çeper û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.”