Polîsên dewleta Tirk a li Amedê girt ser mala endamên HDP’ê û di encama wê de polîsan 6 xebatkarên Buroyên hilbijartinê yê HDP’ê bi çav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di nava kesên ku hatine binçav kirin de Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Rezan Hasret Akay, Berpirsiyarê Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Bagcilar Sinan Dogan, Saadettin Akay, Yasin Biyet, Arzu Karaman û Ozlem Nuyan binçavkirin.
6 kesên ku li navçeya Rizan ya Amedê hatin bin çav kirin sedema binçav kirina wan ne hate diyarkirin.