13 Xwendekarên jin di qezak tirafîkê de birîndar bûn

Îro di encama qezak tirafîkê de ku li ser riya di navbera navçeya Til Temir û bajarê Hesekê de ru da 13 xwendekarên jin birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN – Îro di saet 6:30`an de li ser riya di navbera  navçeya Til Temir û bajarê Hesekê de qezayeke tirafîkî pêk hat. Di encam de 13 jinên xwendekar ku ji bo ezmûnên lîsê diçûn bajarê Hesekê, birîndar bûn.

Yekser Hêzên Asayîşê û polîsên Tirafîkê berê xwe dan cihê bûyerê. Jinên birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Hesekê. Li gorî xebatkarên tendirûsiyê yên naxweşxaneyê rewşa jinên brîndar baş e.

 

Nivîsa Pêş