Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bin pêkirina mafê mirovan li Efrînê dewam dike, Artêşa Tirk û çeteyên wê 20 welatiyên din li Efrînê revandin û ji bo serbest berdana wan pere yanjî erdan dixwazin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin ku li gundê Çolaqa yê herêma Cindirêsê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê beriya 20 rojan welatiyê bi navê Henan Şêx Mihemed Ebdo yê 56 salî bi tawanên derew revandin û tu agahî li ser wî nîne. ev cara 3`yemîn e ku Henan Şêx Mihemed tê revandin û rastî êşkenceyan tê.
Her wiha li gundê Axcilê yê herêma Cindirêsê çeteyên girêdayî artêşa Tirk beriya du mehan welatiyê bi navê Hemdan Hisên 50 salî ku bazirganiya erebeyan dikir revandin. çeteyan ji bo ku Hemdan berdin jê xwestine 14 hezar dolar an jî parçeyê erdê xwe bide wan.
bajarê Efrînê jî çeteyên girêdayî artêşa dagirker welatiyê bi navê Mustefa Henan (22) ê ji gundê Berçîma yê navçeya Mabata piştî ku mala wî ya li Efrînê kontrol kirin ew revandin û heta niha derbarê Mustefa de tu agahî nehatiya zanîn.
Li navçeya Şiyê artêşa Tirk a dagirker beriya 5 rojan 17 sivîl ji navçeya Şiyê bi tewanên derewan revandin û ji kesên hatine revandin navê duduyan Ebdo Seydo Olo (34) û Mihemed Bekir Mûsa (36) hatin zanîn.