Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, di çalakiyên gerîla de yên 29-30’ê Gulanê herî kêm 11 leşkerên Tirk hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla ev agahî hatin dayin:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Li gorî vê yekê;
LI SÎDEKA Û LÊLÎKANÊ ÇALAKIYÊN GERÎLA
29’ê Gulanê saet 17:45’an, hêzên me yên YJA Starê li leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekayê ya li Başûrê Kurdistanê xistin. Di vê çalakiya sûîqestê de leşkerekî dijmin hate kuştin.
30’ê Gulanê saet di navbera 12:30-17:30’î de hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser girê Lêlîkanê çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
29’ê Gulanê saet 15’an, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Ronahî yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li herêmê barand.
5 LEŞKER LI BARZANÊ HATIN KUŞTIN
Hêzên me roja 30’ê Gulanê saet 07:30’î, li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Tepê Xwedê ya li herêma Barzanê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de çepera ku leşker lê bûn bi temamî hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
DRONEYEK HATE XISTIN
Hêzên me heman rojê saet 15’an, li qada Cîlo yê biçûk a li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, li dronekê xistin û drone anîn xwarê.
LI ŞEMZÎNANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Yekîneyeke dijmin ku ev demeke li girê Kelebekê yê navbera gundên Kola û Dêmanê yê navçeya Şemzînanê bi cih bûye, ji aliyê hêzên ve hatin kontrolkirin. Û 30’ê Gulanê saet 19’an hêzên me li vê yekîneya dijmin xistin. Bi derbên ku ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin.
ÇALAKIYA LI SER RÊYA ÇEWLIG-XARPÊTÊ
30’ê Gulanê saet 09:50’î, hêzên me li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî ya artêşa TC a dagirker li nêzî gundê Çeken ê li ser rêya Çewlig-Xarpêtê çalakiyeke sabotajê kirin. Derb li wesayita zirxî hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon heman rojê saet 14’an bi rengekî bê encam qediya.