Leşkerên dewleta Tirk li Şemzînanê du şivan îşkence kirin û piştî îşkenceye leşker çun û şivan di wî halî de li çiya hiştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundê Nêrdûşê yê Şemzînana Colemêrgê, du şivanên ku dema ji bo çêrandinê pezên xwe dibirin mezrika Binaharê, leşkerên derketibûn operasyomç îşkence li wan kirin. Herdu şivan, serê sibehê dema pezên xwe ji bo çêrandinê derxistin, komek leşker pêşiya wan birî û bi qundaxa çekan, pehîn, kulm û gopalan îşkence li wan kirin. Nasir Taş û Ramazan Aktaş di dema îşekencekirinê de ji ser hişê xwe ve çûn.
Leşker piştî îşkenceyê, herdu şivan di wî halê îşkencekirî de li çiyê hiştin û çûn. Paşê xizmên Taş û Aktaş, hatin cihê bûyerê û ew rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.
Nexweşxaneyê rapora derbkirinê da AKtaş û ew tabûrcû kir. Lê belê rewşa Taş giran e û niha li nexweşxaneyê ye.