Rejîma Îranê bi awayeke sîstematîk ciwanên Kurd bi bahaneya kolberiyê dikin li ser sînor qetil dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî malpera Kolbernewsê, duh şev li devera Dola Mîdanî a ser bi Pîranşar a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber ketin kemîna hêzên rejîma Îranê.
Li gorî Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê bi guleyan êrîşî kolberan kir û di encamê de kolberê bi navê Kemal Mihemed (26) yê bavê du zarokan bû, hatiye kuştin û 3’ê kolber jî bi giranî birîndar bûne.
hate ragihandin ku 2 kolberên birîndar rakirine nexweşxaya Çoman a Başûrê Kurdistanê û yek jî rakirine ya Pîranşarê.