Îro di serê sibehê de polîsên dewleta Tirk 2 ciwanên Kurd yên birayê hev li Cizîra Şirnexê binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsên dewleta Tirk îro li Cizîra Şirnexê girte ser malan û 2 ciwanên birayê hev yên bi navê Hamza Ozdal 20 salî û Alî Ozdal 21 salî binçavkirin.
Di serdegirtina ku bi 6 wesayitên zirxî hat kirin de dayika ciwanên ku hatin binçavkirin Gul Ozdal diyar kir ku zarokên wê hatin îşkencekirin û wiha got: “Mala me belav kirin û alavên me her yek bi derekê de dan.”
Dayika Gul got: Nêzî 20 kesî bûn û rûyê wan girtî bû. Bi taybetî jî yên rûyê wan girtî zarokên min îşkence kirin. Bi qûndaxa çekê li lawê min Hemza dan. Zarokên min tu neheqî li kesekî nekirine û tu sûc nekirine. Em nizanin ku ji ber çi jî ew birin. Wekî ku ev jî ne bes be çek kirin serê me û ji bo tişta bi serê me kirin em nebêjin tehdît kirin.”