Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkerîya dewleta Tirk kîn û nefreta xwe anîn ziman û dan zanîn ku hertim amadene li dijî dagirkerîya li ser xaka Kurdistanê têbikoşin.
SILÊMANIYÊ – Ciwanên Başûrê Kurdistan’ê li hember dagirkerîya dewleta Tirk li ser Herema Bradost nerazîbûna xwe tînin serziman û vê hamleyê weke dagirkerîya hemû Kurdistanê destdigrin.
Ciwanan got armancên van êrîşan xeyalên ku vegera imperatoriya Osmaniyan e. Dagirkeriya ku li bakûrê Kurdistanê tê meşendin dixwazin li hemû Kurdistanê bimeşînin. Pewîstê di serî de jin û ciwan xwe jibo her cûre parastina axa Başûrê Kurdistanê re amade bikin.
Dagirkerîya li ser Efrînê hat kirin xwestin ku li ser başûrê Kurdistanê jî bikin.
Ruxmê ku başûrê Kurdistan bi xwîna şehidan bûye destkeftîyeke gelê Kurd lê belê bi destê desthilatdarên herêmê dixwazin van destkeftîyan disa teslîmê dewletên qirkerên Kurdan bikin.
Divê gel û ciwanên başûrê Kurdistanê bi ruhê serhildanê dijî dagirkerîyê tekoşîn bikin. Em weke ciwanên Kurd jibo tol girtina Efrinê û parastina xaka Başûrê Kurdistan Seri hildin.