Jinanî Gencî Tekoşer û Gêncanî Welatparêz îro bi daxuyanîyekî li hember dagirkeriya dewleta Tirk banga serhildanê kirn û gotin: Dem dema serhildanê û bilind kirina agirê berxwedanê ye.
SILÊMANIYÊ – İro li Silêmaniyê tevgera Jinanî gencî Tekoşer û Gêncanî Welatparêz derbarê êrîşên dagirkerî ya dewleta Tirk ya li ser axa başûrê kurdistan daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya ji aliyê endama rêveberiya Jinanî gencî tekoşer Tawar Adil xwend.
Di daxuyaniye de hat diyarkirin ku demeke dirêj e li ser axa Başûrê Kurdistan baregeh û qereqolên dewleta Tirk hene. ‘’Dewleta Tirk a faşîst û qirker bi balefiran herêmên Başûrê Kurdistan’ê bombebaran dike.
Bi van êrîşan gelê me zirar û ziyanên gelek mezin dibînin’’.
Adil balkişand ser rewş û dijwariya êrîşên niha û got
‘’ Sedemê roja me ya îro Erdogan dixwaze axa me dagirbike, destkeftiyên me têk bibe û pêlî ser xwîna şehîdên me bike.’’
Adil axaftina xwe bi şiyar kirina bêdeng mayîna hemberî van êrîşan re berdewam kir û got:
”Ev bêdengmayîna hember van êrîşên xeternak wê bibe dûbarebûna ixanetê ya di dîroka Kurdistanê. Jiber vê em bang li taybet ciwanan,jinêciwan û hemû gelê xwe dikin ku bila dakevin qadan û destûr nedin kû ne faşîzma AKP-MHP ne jî xayînên hevkarê Dagirker û qirkerên Kurdan bigêjin armancên xwe.”
Adil diyarkir û got Emê weke jinên ciwan û ciwanên welatparêz bi kîn û nefret hember van êrîşan bisekinin û heya dawiyê şerbikin.
”Hamleya Serî Hilde Dagirkerî Têk bibe heya bigêhêje armanca xwe bi çalakîyên girseyî dê bi awayekî xurt were meşandin û axaftina xwe wiha domand: Emê dîsa ji hemû cîhanê re bidin xuyakirin ku ciwanên Kurd wê nehêlin welatê wan were dagirkirin. Berpirsiyartiyeke dîrokî li ser milê me ye û em jî ji bo vê erka pîroz bi cîh bînin amade ne.”
Adil axaftina xwe bi hevokên Dem dema serhildanê û bilind kirina agirê berxwedanê ye.
”Bijî berxwedana gelê me ya li dijî dagirkeran Serî Hilde, Serî Hilde, Serî Hilde’’ bi dawî kir.
Hêjaye gotinê ku di çarcoveya qonaxa 2 mîn ya hemleya SERÎ HILDE de wê li piranî bajarên Başûrê Kurdistanê 5’ê Hezîranê saet 21:oo’an de çalakiyên hev dem werin kirin û di 8’ê Hezîranê jî wê ji Silêmaniyê heya Qendîlê meş were kirin.
Video;
Videoyê Alternatif;