Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR)’ê û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC)’ê ya kantona Kobanê navendeke Ciwanan li Gundê Bendêr ya navçeya Qenayê ya Kobanê vekir.
KOBANÊ – Bi dehan endamên YCR û YJC’ê her wiha şêniyên Kobanê û Gundewarên wê di merasîma vekirina navenda ciwanan ya bi navê”Argeha Ciwan a ya ş.Fîras Kobanê” ya Gundê Bendêr de hazir bûn.
Merasîm bi deqeke rêz girtin destpêkir. Piştre axaftin hatin gotin.
Li ser navê YCR’ê Rêveberiya Ciwanan Diyar Cudî, Li ser navê Jinên Ciwan Necla Kobanê her wiha malbata şehîd Fîras bavê şehîd axifîn.
Di axaftinan de hate gotin ku navend ji bo bi rêxistin kirina ciwanan hatiye vekirin her wiha dibistaneke ji bo ciwana ye ku rihê ciwantiyê di xwe de avabikin.
Merasîma vekirina navendê bi girtina dîlana bi dawî bû.