NAVENDA NÛÇEYAN
Weke ku hebûneke bê parastina cewherî nebe, civakên demokratîk ên ku hebûna herî pêşketî yên xwezayê ne jî bê parastina cewherî nayê pêkanîn, nikare hebûna xwe berdewam bike. Di çareseriyên netewî ya demokratîk de divê pêwîstiyên pîvana parastina cewherî were pêşiwazîkirin.
Ev nêzîkbûnên pîvanî ku divê hîn werin pêşxistin, dihêle ku em çareseriya netewa demokratîk ji nêzîk ve nas bikin. Ev pîvanên ku YE( Yekîtiya Ewropa) jî weke veguherîn herdem vediguhezîne rojeva xwe, di giştî de ji bo pirsgirêken civakî yên Rojhilatanavîn, hîn zêdetir jî ji bo pirsgirêkên civaka Kurd, bi rastî jî weke derman e. Li ser bingeha van pîvanan û di çarçoveya pênasekirina jiyana netewî ya demokratîk, çareseriya demokratîk ku li Kurdistanê pêşbikeve, xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Ketina pêvajoya demokratîkbûnê ya Tirkiyê û çareseriye demokratîk a di pirsgirêka Kurd de, weke du rûyên madalyonekê ye. Rûyek bê rûyê din nabe. Ger em astên çareseriyê ya li ser Tirkiyê hinekî din pêşçav bikin, wê hîn zêdetir ronahî bibe. Berî hertiştî ew nêzîkbûna pîvanî ya ku li jor bi kurtayî li ser hatiye sekinandin û hatiye dubarekirin, nikare jinedîtîve were. Çareseriyên ku pîvan û sîstemên xwe nînin, hem nayên fêmkirin hem jî weke tedawiyeke pansûmanê ya rojane wêdetir tu encamekî nade. Çareseriya ku tê hizirandin, dixwaze bila sîstema hegemonîk a kapîtalîst belav bibe, dixwaze bila berdewam bike, îhtîmaleke çareseriyê ku di nav hemû qonaxên binesaziyê de pêkanîn û jiyankirina wê tê parastin.
Hêmanê yekem, tê wê wateyê ku di pêvajoya şaristaniya Rojava de heta ji bo derbaskirina wê çareseriyeke vekirî tê pêşniyarkirin.
Hêmanê duyem, binesazî, sazîbûn û yekdestiya îdeolojîk aliyên ku pişt wan ên hêmanên modernîteya kapîtalist ku di nav komara Tirkiyê de ne çi dibin bila bibin, hebûna civaka netewî ya demokratîk, ji ber wê jî hebûna şansê çareseriyê û rewabûna wê qebûl dike. Tişta ku di vir de tê fikirandin, ne bi şoreşê tasfiyekirina hêmanên modernîteya kapîtalîst ( netew-dewletgerî, kapîtalîzm, endûstriyalîzm) pêşniyar dike, ne jî jiholêrakirin û asîmîlasyona ku ji aliyê polîtîkaya hêza leşkerî tê qebûlkirin. Du hebûnên bingehîn ku rewabûna hev nasdikin, “entîte” di nav aştiyê de bihevre jiyînê û pêşbirka ku di nav pevçûnê de nîne esaz digre û vê peşniyar dike.
Hêmanê sêyemîn, bi herdu hêmanên destpêkê ve girêdayî, jênegerbûna saziya siyaseta demokratîk pêşniyar dike. Zemînê çareseriya hemû pirsgirêkên ku derbikevin holê û pirsgirêkên hene, siyaseta demokratîk e. Muzakereyên demokratîk û dîplomasî jî di nav siyaseta demokratîk de ne. Ji bo siyaseta demokratîk were birêvebirin, divê hemû astengiyên ku hene werin rakirin. Azadiya raman a berfireh, partî, sendîka, kooperatîfên bi binesaziyên demokratîk û hebûna hercûre civaka sivîl, bi tenê derbaskirina astengiyên heyî re mumkûn e. Di hilbirajtinan de an gelekî daxistin an jî bi temamî rakirina sîstema bendan, pêwîstiyeke jêneger a siyaseta demokratîk e.
Hêmanê çarem, divê sîstemên ku pêwîstiya mafê parastina cewherî ya herdu entîte û hebûnên bingehîn ku pêşiwazî dike were pêşxistin.