HPG’ê nasnameya gerîlayekî roja 29’ê Gulanê li Dersimê di şer de şehîd bû eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya HPG’ê, Mûstafa Şeker (Berxwedan Dersim) roja 29’ê Gulanê li Neqeba Taner a li bejahiya navçeya Xozad a Dersimê di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bû.
Daxuyaniya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:
“29’ê Gulanê li Neqeba Taner a navçeya Xozad a Dersimê, di navbera komek ji hevalên me û leşkerên TC a dagirker de şer derket. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevalê me Berxwedan Dersim ê bi lehengî şer kir şehîd bû.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Berxwedan Dersim
Nav paşnav: Mûstafa Şeker
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Sûltan-Mûhtar
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Gulana 2018 / Dersim
BERXWEDAN DERSIM
Hevalê me Berxwedan Dersim, li navçeya Pertag a Dersimê ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstemê ku dixwaze civaka Dersimê bihelîne û qir bike, hevalê me Berxwedan li cihekî ku nirxên xwe diparêze mezin bû û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Heval Berxwedan ku li nava welatparêziya serbilind a Dersimê mezin bû, di emrekî gelekî ciwan de bala wî çû ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Tevî hemû zext û zordariyên dijmin, wî hewl dida tiştekî bike. Di ciwantiya xwe de wextekê milîstî kir û piştre sala 2011’an bi rengekî çalak tevlî nava refên gerîla bû. Di nava gerîla de jî bi fedakariyeke mezin tevgeriya. Ji ber ku di nava rastiya Dersimê de mezin bû, bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin di demeke kin de di nava gerîlatiyê de şareza bû. Dewleta TC a faşîst bi sedan salan e axa Dersimê dagir kiriye. Hevalê me Berxwedan, bû yek ji hevalên me ku li dijî vê dagirkeriyê bi awayekî çalak şer kir. Ji Raperîna Dersimê ya sedsala 20’an û vir ve, bû yek ji hevalên me ku kevneşopiya raperîna Dersimê bi rengekî herî baş li çiyayên Kurdistanê temsîl kir. Û nîşanî dewleta faşîst a dagirker da ku gelê Kurd ti carî serî natewîne, berdêla xwe çi dibe bila bibe wê heta dawiyê li ber xwe bide.
Ji ber şehadeta hevalê me Berxweda ku bi rengekî fedayî şer kir û şehîd bû, em sersaxiyê destpêkê ji malbata hêja ya Şeker, ji gelê xwe yê welatparêz dixwazin û careke din soz didin, heta Kurdistana azad ku xewn û xeyala şehîdan e, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”