Jina Ciwan S.B ya 22 salî ku xwendekara zanîngehê ye ji ber ku navê “Kurdistan” li ser hesaba xwe ya medya civakî nivîsandibû hata cezakirin û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” tawanbar kir û sal û 3’ê meh ceza lê birî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Dibistana Bilind a Egînê Erzinganê, xwendekar S.B. 22, di navbera 2013-2015’an de li ser hesabê xwe yê Facebookê ristek ji helbesta Cegerxwîn “Kurdino! bibin yek; eger hun nebin yek, hun e herin yek bi yek” û wêneyê ku şiklê dil li ser e û di nav dil de “Kurdistan” nivîsandiye parve kir.
Lê belê, piştî ku di sala 2017’an de Midûra Yûrda Keçan a Egînê hesabê S.B. raçav kir, ji ber parvekirina ku “Kurdistan” li sere lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” tawanbar kir û sal û 3 meh ceza lê birî.