Di pêvacoya OHAL’ê de gelek kes tên bin çavkirin û di binçavkirinê de bi awayekî hovane têne îşkence kirin. Li Bagcilarê polîsên dewleta Tirk a dagirker 4 welatiyên Kurd binçavkirin û bi awayekî hovane îşkencekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Bagcilara Stenbolê di şeva 16’ê Gulanê de, 4 kesên ku bi erebeyê bi rêve diçin ji aliyê polîsan bi hinceta li gel wan çifte hebûye hatin binçavkirin û birin Midûryeta Polîsan a 100. Sal Kemalpaşa ya Bagcilarê înkence kirin. Wêneyên 4 kesên rastî îşkencê hatin derketin holê. Ji wêneyên xwiya dike ku 4 kes bi awayekî tund hatine îşkencekirin û bi kalorîferan ve hatin kelepçekirin.