Parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe re hevdîtin bikn cara 761’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Ebru Gunay û Sînan Zîncîr, ji bo bi muwekilê xwe re hevdîtin bike cara 761’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêber Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha 760 caran serî li serdozgeriyê dan û serlêdanê wan her dem hat red kirin. Dozgeriyê bi hinceta “Muxalefeta Hewayê heye”, “Keştî xerabe ye” û “OHAL” heye serlêdan red kirin.