Polîsên dewleta Tirk li Stenbolê 2 Ciwanên HDP’ î bi cavkirin. Ciwanan li ser dîwaran nivîsa “Katil” xêz kiribûn her wiha HDP û Hêvî û ev bû sedema bicavkirina wan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên binavê Sadettîn Kose û Bîrol Tutuş ji ber ku li Taxa Gazî ya Stenbolê li ser dîwaran katil xêz kirin, HDP û Hêvî nivîsandin hatin binçavkirin. Ciwanên di saetên şevê de hatin binçavkirin birîn midûryeta Polîsan a Stenbolê. Polîsan di saetên serê sibê de ciwan anîn Edliya Çaglayana Stenbolê.
Dozger îfadeya ciwanan girt û bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Ciwanên HDP’î yên sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya 3’yemîn hatin kirin, bi heman îdîaya hatin girtin.
Dadgehê di biryara xwe de, diyar kir ku li ser dîwarên ketil lê hatin xêzkirin, berê jî bi heman awayî nivîsên “YPG, HPG û YDG-H” hatibûn nivîsan û ciwan bi nivîsandina van nivîsan jî sûcdar kir û derbarê wan de biryara girtinê da.