Kordînasyona Ciwanên Azad bi daxuyaniyekê şehîd Çekdar Botan û Lecvan Mûnzûr ên 5’ê Hezîrana 2016’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama bomberdûaman balafirên şer ên Tirk de şehîd bibûn bibîr anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya Kordînasyonê de hate bibîrxistin ku Botan û Mûnzûr salên dirêj di xebatên ciwanan ên Ewropayê de xebat bi rê ve birine û wiha hate gotin: Her bajarê ku ew çûnê, her mala ku serdan kirin ruhê Apogeriyê bi cih kirin, xebat kirine û bandor li ser mirovan kiriye. Ew bi kesayetên xwe yên şoreşger û sekna xwe ya milîtanî bi dehan ciwan ji modernîteya kapitalîst rizger kirin û berê wan dan çiyayên azad.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Botan û Mûnzûr girêdayî çiyayên Kurdistanê bû û jiyana madî nepejirandin û ji felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bawer dikir û ev tişt hate gotin: Ya dikeve ser milê me, em hesretên wan bidin jiyîn û jiyana azad ku xeyal dikirin pêk bînin. Weke Ciwanên Kurd ên Ewropa, berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ji mêtîngeran xilas bikin, têkoşînê bidin kirin.