Di encama şerê ku di navbera leşkerên Îsraîlê û ciwanên Filistînî de rû da ciwanekî Filistînî ji ber guleyên leşkeran bi giranî birîndar bibû û ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da. Her wiha leşkerekî Îsraîlê bi kevirên ciwana birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya desteya tendirostiyê ya Filistînê ciwanê bi navê Ez-ALdîn Abd Alhefîz Altemîmî 21 salî li gundê Alnebî Salih ya girêdayî bajarê Ramelah ku ji ber guleyên leşkerên Îsraîlê bi giranî birîndar bibû û yek ji guileyan li serê wî ketibû jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniyê ku leşkerên Îsraîlê nehiştin endamên tendirostiyê bi karê xwe rabin heta ku ew ciwan jiyana xwe ji dest da. Her wiha malbata wî dibêje ku kurê wan ji aliyê leşkeran ve hatiye siyoqast kirin.