Dewleta Tirk ya dagirker ji destpêka dagirkirina Efrîn hewl dide bi hemû awayî demografiya herêmê biguhere, ji ber vê yekê gelên ku ji Xota yê hatinê derxistin li Efrîn bi çih dikin.
QAMIŞLO – Derbarê vê mijarê de ajansa me nerînên endamên komiteya perweda civakî (KPC)’ê girt.
Endama KPC’ê Sîmav Mirad em weke rêveberiyekê di perwerda ziman de li bajarê Qamişio ev guhertina demugrafî ya li Efrînê tê kirin qebûl nakin. Em zanin gelek guhertin li ser Efrîn heye û bi taybet li ser zarokan. ji ber ku zimanê xwe ferz dike li ser gel û zarokan, zaroka xerab dikin. wexta ku zarok di bajarekî debin û ew bajar were parçekirin gelek pirsgirêkê mezin di demên pêş de çêdibin. Efrîn hatiye percekirin û dagirker sîstema xwe dimeşînine.
Her wiha ciwanê ji pêkhateyê Ereb Salih Cefal ji bajarê Til koçer got: Ev guhertina demugrafî ya li ser Efrinê pêwîste bê sekinandin, gelê Efrînê derdixin û kesên ji derve tênin. Dewleta Tirk ya degirker zimanê tirkî di dibistanan de ferzdikin.
Di dawiya axaftina xwe de Salih bang li saziyê mafê mirovan kir ku li hember guhertina demugrafî derkevin.
Di dawiyê de jina ciwan ya bi Navê Wensa Ehmed jî axifşî: Em guhertina demugrafî ya li ser Efrînê şermezar dikin.
Ehmed da xuyakirin ku armanca dewleta tirk ji vê tiştî tunekirina canda kurda li Efrînê ye.