Di encama pevçûna ku di navbera polîsan û ciwanan li Geverê derket, Polîsan cadeya Cengîz Topal nêzî 2 saetan li welatiyan girt, guleyên plastîk reşandin û 2 ciwan binçav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Şevê din li Cadeya Cengîz Topal a navçeya Gevara Colemêrgê, ji ber sedemek nehat zanîn dinavbera polîs û ciwana de pevçûn derket. Di pevçûnê de polîsan guleyên plastîk li ciwanan reşandin û 2 ciwan binçav kirin. Li ber çavên gel, polîsan her du ciwan bi saxî li maşîneya zirxî siwar kirin.
Lê balkêş bû ku dûre polîsan ji bo ciwanekê bangî ambulansê kirin. Polîsan piştre ciwanê binçav kirin, li ambulansê siwar kirin û heqaret li gel kirin.
Polîsan, nêzî 2 saetan Cadeya Cengîz Topal li welatiyan girt. Ji ber pevçûna derket polîsek birîndar û sedama pevçûnê nehat zanîn.