NAVENDA NÛÇEYAN – Gelekî behsa dijberiya kapîtalîzmê hat kirin. Di vê qonaxê de.
divê ev kes bi hosteyî li xwe mikur bên ku pirraniya wan bi tenê bi ehmeqî aşê kapîtalîzmê gerandine û qeraşiya wê kirine.
Ez kapîtalîzma xwe gihandiye serê globalîzmê hîç bi hêz nabînim. Belkî jî di qonaxa xwe ya herî qels de ye. Ya rastî, lawaz e, û her tim mumkin e ku bişkê. Ya nayê kirin ew e ku bi hostayî civak li hemberî wê nayê parastin. Ne ku ez ê bişibînim, lê fena rastiyekê jî em dikarin hegemonyadariya kapîtalîst weke kansêrbûna civakê bi nav bikin û em nikarin wê weke çarenûsên din şîrove bikin.
Divê mirov kapîtalîzmê weke sîstema hegemonîk a herî qels bibîne. Ya hewce dike ew e ku kesayetek bi tenê bimîne jî divê civakbûn rast û bi hostayî pêk bê. Di dîrokê de ya her tim hat kirin ew bû ku li dijî ‘zilamê bi hêz’ yan jî ‘hegemon’ bi karanîna sîlehên wî bû. Hem wekheviya têgihiştinê û hem jî wekheviya çalakiyê di encamê de yê mîna xwe çêdike. Ya diqewime jî ev e.
Li dijî Romayê gelek Roma derketine. Em berê xwe bidin demên kevintir em ê bibînin, sîteya orjînal Ûrûk hînê jî ‘Iraqên Nû’ çêdike. Guhertin gelekî kêm e, lê dubare gelekî zêde ye.
Girîng e ku mirov hegemonyayê zêde mezin neke. Civakê ti carî desthilatdarî, mêtinkarî û zordestî bi dil û rizaya xwe qebûl nekirine û bawer nekirine ku bêyî wan nabe. Divê mirov xwe ji têgihiştinên bi vî rengî xilas bike: têgînên weke ‘civaka nipînû’ û ‘şêweyên civakan’ yên li pey hev tên naşibin hev, têgînên pûç in.
Civak weke şêweyekî hebûna cinsê mirov çêdibin, lê weke hev pêş dikevin. Eger eşq bi awayekî çavkorî be, mirov dixe rewşên rezîlane û dikare mirov bixe rewşên herî cahilane. Ev yek hem di eşqa ji bo desthilatdariyê de û hem jî di eşqa ji bo têkiliya cinsî de jî wisa ye. Lê eger mane li eşqê barkirî be, di asta ‘Nîrwana’ de ye. Fenafillahî ye; mirov di nava rastiyê de dihele; ‘Ena El-Heq’ e; civaka azad û adil xwe dike hukumran ango rewşa bi temamî demokrasiyê ye.
Hemin rast e ku min xwe teslîmî civaka gund nekiriye.
Ya şaş ew bû ku min modernîteya kapîtalîst weke rohniyê fêhm dikir. Wexta mirov dereng ji hev derxîne, civaka gund be jî, hînê demokratîk nebûbe jî, tew jixwe ji qonaxên bingehîn mîna dewlet-netewe û îndustriyê dûr be jî veqetîneke radîkal şaşî bû. Yek ji serçaviyên kûr a xemên min ev e. Bavê min ku ez kêm navê wî hil didim, bi qasî ku haya wî bi awayekî rast ji enerjiya min a jiyanê çêbûbû, wexta rastiyeke dilêşane li rûyê min digot, weke diya min mirovekî arifane bû. Weke zaneyekî digot. Peyva wî ya ‘ez bimrim tu yê dilopek rondik nerijîne’ hînê di bîra min de ye. Ji bawermendên dinya kevin bû. Ji dinya kedê bû û weke cewher mirovekî demokrat bû.
Ez hînê jî hûrûkûr diponijim û lêdikolim, ka xwedatiya kapîtalîst çawa evçend bi lanet û xapandin bala min dikişand ser xwe.
Karl Marks zêdetir bi helwesteke pozîtîvîst nêzî kapîtalîzmê dibû û dixwest wisa ji hev derxîne. Ew jî nîvrê ma. Negihiştê dest biavêje mijara dewlet û desthilatdariyê. Min ti carî nikarîbû hûrûkûr bi vê helwestê dakevim. Ez diyardeya mêtinkariyê fêhm dikim. Lê timî ji min wer dihat ku ew encam e. Ji encamê jî mirov dest pê bike, helwesteke gelekî kêm e, û ji aliyê polîtîk ve jî rewşa bêparastiniyê îfade dike. Ya rastî li ber serê Marks şoreşeke mîna pêvajoya salên 1848’an diqewimî. Bi qasî meşa bûrjûwaziyê ber bi desthilatdariyê ve, hilweşîn û veguherîna senyoran jî baş analîz dikir. Têra xwe eleqedariya wî bi ekonomî-polîtîk, felsefe û sosyalîzmê re heye.
Lê diyardeya desthilatdariyê ya xwe ji nû ve organîze kiriye û mîna axtepotekê xwe li piraniya civakê û kedkarê xizan gerandiye, bihêlin ew wê fêm bike, nikarîbû pêşiyê lê bigire ku di encamê de sîstematîka wî bi xwe jî nebe destikê wê. Haya wî jê tinebû ku modela teorîk-pratîk ya pêşniyar dike, hegemonya kapîtalîzmê têra xwe xurt dike. Mînaka herî dawî jî pratîka Çînê ye, çawa ku bûye çavkaniya herî xurt a palpiştiya kapîtalîzma hegemon a DYE’yê dike. Ev rewş jî têkiliya xwe bi vê hayjixwenebûnê re heye.
Eger hegemontiya kapîtalîst evçend bi hêz e, yek ji sedemên wê yê bingehîn ew e ku rê li ber koletiya mirov bi dilê xwe bikin, vekiriye. Ma îro karkerekî bi tenê heye ku heqdestekî zêde nexwaze? Bi rastî jî rewş mirov gelekî xemgîn dike. Ez wexta li ser têkoşîna li dijî kapîtalîzmê diponijim, timî têkiliya pîrek û zilamî tê bîra min. Eger zilam li gorî atmosfera têde, jiyaneke normal pêşkêş kiribe, zehmet e, mirov vê jinê bixe pozîsyona ku li dijî zilam têbikoşe, ha di vê çarçoveyê de eger karker jî heqdestekî baş bistîne, zehmet e, mirov karibe wî bixe pozîsyona têkoşînê li dijî efendiyê wî yê kapîtalîst ê heqdestekî baş dayê.
Karkerê ku di berdêla heqdestekî gelekî kêm de li ber efendiyê xwe yê kapîtalîst xwe qulupanî dike, bihêlin azadbûna wî, wê li dijî pirraniyên civakê jî xulamtiya sîstematîka efendiyê xwe bike. Jixwe di demekê de ku artêşa bê karan ref bi ref zêde dibe, karkerekî rewşa xwe misoger kiribe bi qasî karmendekî dewletê belkî jî ji wî wêdetir rewşa xwe ewle û misoger dihesibîne.
Jixweburokratê dewletê çiqasî dibe proleter, di nav refên proleteran de jî ewqasî burokratbûyîn çêdibe. Çawa ku li jor bûrjûwazade û feodalzade têkel dibin, şiklekî mîna wan li jêr jî di nava karker û karmendan de pêk tê.
Civaka bajêr a weke miqnatîzê ez ji civaka gund kişandim, bi rewşa hatiye analîzkirin ji bo min mekanê bingehîn ê pirsgirêkê ye. Gunehkarê sereke yê ji rizîna civakê di nava xwe de û veqetîna ji wê, bajar e, û civakbûna bajêr rê li ber vekirî ye. Ya rastî, civaka bajar a şaristaniya dewletdar a çînî ye. Civaka klan a herî destpêkê jî bi qasî şaristaniya bajêr li hemberî jiyanê cahil nîne. Berevajî, eger civaka bajêr a şaristaniyê di qonaxa kapîtalîzmê de bi temamî bûbe kujerekî hawîrdorê, herhal ev xuya ye ji cehaleta sîstematîk a bunyeya wê ye.
Eqlê ji mejiyê hisî qut bûye û têkiliya cinsî ya ji zû ve maneya xwe wendakirî, nîşaneyên bingehîn in ku kansorejeniya kapîtalîzmê berçav dikin. Ji bo desthilatdariyê pişta xwe bi nukleera xeternak ve girê dide, ji bo karkeriya erzan bi qasî ku di cîhanê de hilneyê dihêlin şênî zêde bibin, ev bi tevahî têkiliya xwe bi cewherê sîstemê re hene, nexasim jî bi şêweyê desthilatdariya wê ve. Şerên cîhanê, şerên mêtingeriyê û şerên desthilatdariyê yên bi tevahî bandorê li civakê bikin, ji bilî îflasa sîstemê xwedî maneyeke din nînin.
Lîberalîzm û ferdiyetparêzî gelek caran weke çarçoveya bingehîn a îdeolojiya kapîtalîzmê tê gotin. Lê ez dikarim îdîa bikim ku ti sîstem bi qasî hegemonya îdeolojîk a kapîtalîzmê nebû xwedî wê hêzê ji bo ferd êsîr bigire. Dikare were gotin, zimanê tu bi kar tînî weke naverok hînê ji meşrûiyeta sîstemê dûr nîne, tu jî berhemê sîstemê yî.
Lê mekanê ez têde me, di pozîsyoneke welê de ye, hêjayî dijberiya sîstemê ye. Hûrûkûr haya min jê heye ku di şexsê min de antî-kapîtalîstekî baş tê dadgehkirin û dadgeh dike. Gelekî normal e ku ev dadgehkirin qat bi qat ji huqûqê bibihure. Di aşê hegemonya kapîtalîst de bi qasî çarsed salan e ku bê hejmar çandên gelan hatin hêran, helandin û tinekirin. Mekanê ez lê mezin bûm mîna goristaneke kevin a çandan e. Eger mirov bikole ji her deverekê çandek wê serî bide. Kurdên ku hîn bi temamî xwe negihandine têgînekê ku divê ez jî weke yekî ji wan werim qebûlkirin, li tevahiya vê goristana çandan a bêdeng, mîna şahidan in. Kurdên di dîrokê de hema bêjin navê wan li binê pirraniya vedîtinên pêşî hene, niha goristanên wan bi wendabûnê re rûbirû ne ku ev yek cihê êş û xemê ye.
Hovîtiya îro li Iraqê, maneyeke wê ya din jî tolhildana çandan e.
Divê mirov çanda Rojhilata Navîn li hemberî kapîtalîzmê biparêze. Hemin, mirov ji oryantalîzma Rojava nebihure, nikare di wezîfeya xwe de bi ser bikeve. Ji nû ve Îslamtî jî ji serî heta binî ji oryantalîzmeke pûç e. Piştî ku mirov bi şîroveyên rastgir û çepgir ji Îslamtî û Oryantalîzmê bibihure wê pirsa bê hişê mirov ev be, ma wekî din li dawiyê çi ma? Jixwe divê ez jî parêznameya xwe ji vê nuqteyê û pêve bikim. Naxwe ez ê jî nikaribim xwe rizgar bikim û bibim berdevkekî vê sîstema ji zû ve bûye mîna verşiyê. Ew nabe parêzname, wê bibe dugîsinkirin û dubarekirineke papaxanwarî.
Mekanê serketinê yê kapîtalîzmê peravên Bakur-Rojavayê Ewrûpayê û girava Ingilistanê bû. Kapîtalîzm meşa xwe ya serketinê çarsed sale di asta sîstema dinyayê de dimeşîne. Mekanê lê dihilkume navenda çandên qedîm Rojhilata Navîn e. Ya rastî, kapîtalîzm bi xwe ewladê dawî yê bê xêr û înkarker ê vê çandê ye. Şerê di navbera wan de jî weke tê zanîn kûrtir e. Şerê niha diqewime yê amatoran e. Mîna kopyayên Skender û Darîûsê Sêyemîn dilîzin. G. W. Bush çiqas Skender e, Ehmedînejad jî ewqasî Darîûs e. Nakokiya diyalektîk gelekî kûr e, û bi pirr şêweyan diqewime. Nakokî bi tenê di navbera klîkên serwer de nayê ziman. Dijberiya civakê li beramberî desthilatdariyê jî bi awayekî berfireh li ser kar e.
Ya di şexsê min de tê ziman an jî hewl didim bînim ziman bi tevahî şêweyên li dijî desthilatdariyê ne. Kara kapîtalîzm vedidize û dibe jî yek ji van şêweyan e. Ji bo mirov li dijî vê be, têrê nake ku mirov sosyalîst be. Jixwe ev bi serê xwe serketinê misoger nake. Eger mirov heta bi tevahiya formên jiyana azad û berxwedanan di zikhev de bi devkî û bi çalakiyan bi awayê orkestrasyonekê hevdeng neke, mirov yan ji ‘Laneta Agadeyê’ yan jî ji ‘Ji Bo Nîppûrê Lorîk’ wêdetir nikare biçe.
Dost û hevrêyên min, serhatiyên min weke trajediyeke mezin bi nav dikin. Lê ez dixwazim ew piştrast bin ku ev trajedî nebûya, me yê jiyana azad nas nekiribûya. Di demekê de ku ti tişt pênc qiruşan nake, ma me yê çawa li rûyê hev binêriya! Ez ewladek bûm ku nedikarî li ser mirina bavê xwe rondikan jî bibarîne, ma mirovî dikarî behsa kîjan anora jiyanê bikira? Şaş fêhm nekin. Di sala wê mirinê de min sefera pêşî ya Kurdistanê bi îdeala nasnameyeke azad ji qûntara Çiyayê Agiriyê dabû destpêkirinê. Min bihîst ku Kurdên Serhedê hînê jî her gava wê meşê jî bi pîroztiyê bi bîr tînin. Lê dîsa jî rastiya me bi awayekî xedar li cihê xwe ye. Ji meşa azadiyê ya bi
temamî sîhûpênc salan wêdetir ez dikarim bibêjim meşa mîna maratonê xwe nikare bi van hevokan bi mane bike.
Ev maratona ku her kesê têde cih girtiye, her mekanê wê û her bêhndanûstendina wê ya di buhayê destanekê de wê çawa bi encam bibe?
Eger min bi artêşên xwe yên Skenderwarî serketin li pey serketinê bi dest bixista jî ev yek ê ji sedî sed nebûya serketina azadiyê. Jixwe serketinên eskerî, piranî ne serketinê, koletiyê tînin. Kengî bi artêşan xwe, dost û hevrêyên xwe biparêze qîmetek xwe heye. Berevajî, ez parastina xwe li dijî serketina desthilatdariyê herî kêm bi qasî parastina xwe li hemberî desthilatdariyê hewce dibînim. Eger artêşa min hebûya jî min ê li hemberî serketinên wê parastina xwe weke cîhada herî mezin qebûl bikira.
Di rastî û realîteya me de jiyan li erdê maye, di bin lingan de ye. Maneya wê bi temamî pûç bûye. Heta mirov dikare bibêje em di rewşeke welê de ne, pir zêde xwe xapandin û derew heye, krêtiyeke ku ketiye her qul û deverê û zimanên bi qasî kundan jî nikarin bixwînin hene. Eger ez bi tena serê xwe neh salan dikarim di odeyekê de bimînim, ev yek hinekî têkiliya xwe bi derve re heye ango rewşa li derve ji rewşa li zindana Îmraliyê qat bi qat xirabtir e.
Ez parêznameya xwe bi giştî li dijî çemê sereke pêvajoya şaristaniyê amade dikim û ez ê hûrûkûr li ser hegemonkariya kapîtalîst rawest im. Gelek îşaret û nîşane hene ku em bi wan dibînin dawiya sîstemê tê. Zanyarên rastî jî di warê van nîşane û îşaretan de hemfikir in. Pirs jî ew e ku mirovatiyê ji vê kaosê bi kîjan gavên tekûz karibe ber bi civakeke azad, demokratîk û wekhev biçe.
Ya rastî sîstema kapîtalîst bi xwe jî hewl dide xwe ji destên xwe xilas bike, ji lewra mirov dikare fêhm bike ka çima em bala xwe didin avakirina civakbûnê. Sosyalîzmên me yên dused salan jî di nava kapîtalê de asîmîle bûn, ji lewra nabe ku aqûbeta me jî bibe weke ya wan şervanên bi îdealên mezin ên mirovatiyê rabûn. Nabe ku em di nava refên lanet li wan kirî de cih bigirin. Ji vê jî wêdetir, nabe ku em Sokrates, Bûda û Zerdeşt weke ku gotinên xwe yên dawî gotine û bêdeng bûne bihesibînin. Eger ji nû ve em wan bi ruh nekin hingî me ji felsefeya azadiyê ti tişt fêhm nekiriye.
Wekî din mirovatiyeke dinale heye, heta mirov êşên wê nekewîne, xwezayeke tê talankirin heye, heta mirov vê talanê ranewestîne, eşqeke bêbextî lê hatiye kirin heye, heta mirov bersiva wê nede, ma mirov dikare behsa kîjan jiyanê bike?
Eger ez qala zanistîbûna parêznameya xwe bikim, gotina min a pêşî pirseke wiha ye; kîjan zanist? Eger weke hîmê bingehîn zanist ‘xwe naskirin’ be, hingî berevajiyê tê zanîn zanist û bi taybetî jî pozîtîvîzma sîstemê weke îdeolojiya fermî qebûl kiriye, ji bo mirov xwe nas neke xwedî rol e. Qonaxên dîn û metafizîkê yên ku gelekî rexne dike, belkî jî ji pozîtîvîzmê bêhtir nêzî zanistê ne. Bêguman di serî de zanistên insanî. Jixwe wexta mirov hûrûkûr baş bala xwe bide zanistên xwezayê jî mirov ê bibîne bi analîzên dawî ew jî di kategoriya zanista insanî de têne qebûlkirin. Belkî jî pozîtîvîzm dîn û metafizîka herî seresere ye. Mirovatî di ti qonaxa dîrokî de evqasî bi awayekî hov ji xelekên xwe yên zincîrwarî nebûbû. Dîsa evçend nehatibû asêkirin û girêdan. Li ser civak û xwezayê desthilatdarî evçend nehatibû danîn. Ev bi tevahî bi tenê bi dîn û metafizîka pozîtîvîst hatin bicihanîn.
Mirov heta xwe nas neke, dest bi çi hewldaneke zanistî bike, wê bi felsefe û dînekî dogmatîk bi encam bibe. Bi gotina ‘xwenaskirinê’ mebesta min fikra mirov dixe navenda xwe nîne. Ez dixwazim bibêjim ku mirov dikare kozmos û kaosê bi tenê bi çavdêriya hundirîn û bi hisên xwe yên ceribandinên hûrûkûr red nakin, fêhm bikin. Wexta cihê wê bê, ez ê nîşan bidim ku zanista xwe dispêre cihêkirina obje-sûbjeyê çawa koletiyê rewa dike.
Ez ê îspat bikim ku objektîvîzm xwe çawa mezin dike û ev yek bi piçûkbûnê re çawa yek e. Ez ê bi heman awayî raber bikim ku objektîvîzma zanistî, alîgiriya hegemonya û kapîtalîzma herî rezîl e. Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihiştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye.
Di encama vê têgihiştinê de cehaleta mezin di çêkirina zarokan de heye. Felsefeya me zanisteke welê dike bingehê xwe ku sedemên vê cehaletê yên di mirov û sîstemên hegamonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên beridandinê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike. Kapîtalîzmê zanist pêşde nebir, bi kar anî. Bikaranîna zanistê ji aliyê exlaqî ve ne bi tenê rê li ber rewşên xirab vedike, di heman demê de gelek Hîroşîmayan çêdike. Jiyaneke manedar diqedîne. Jiyana medyatîk û sîmulasyon, gelo serketina zanistê ye? Yan jî manewendakirina jiyanê ye? Ez li vir qala keşfên teknolojîk û zanistî nakim. Ez li vir hewl didim rave bikim ku weke dînê zanistê
pozîtîvîzm, zanist nîne. Heta ku mirov xwe ji hukumraniya zanistî ya pozîtîvîzmê xilas neke, di serî de ya dewlet-neteweyê, xilasbûna ji ti hukumraniya desthilatdariyê mumkin nîne. Di serdema me de pozîtîvîzm dînê rastî yê pûtperestiyê ye.
Weke encam, nexweşiyeke gumankirinê ya Descarteswarî timî zêhnê min keritand. Ez ketim rewşekê welê ku nirx û buhayeke jê bawer bikim û nas bikim, nema. Ji ber ku li aliyekî min çanda berê bi awayekî trajîk wenda dikir, li aliyê din jî li hemberî min modernîzma kapîtalîst weke dêwekî –Levîathan- bilind dibû û tirsa kes nikare xwe bigihînê hebû. Min bi zor û zehmetî ji xwe bawer dikir. Ya rastî, min hewl dida li ser piyan bimînim. Hemin ev rewşeke seyr û xerîb e. Civak di rewşên bi vî rengî de dizanin rêyekê bibînin dilê endamê xwe xweş bikin. Ya hînê seyr jî ew bû ku min bawer nedikir civakeke min jî heye. Di van şert û mercan de baweriya min bi malbat û gund nema. Heta bi zanîngehê xwendina min, şoreşgeriya min, dîndariya min a berê hemû, ji bo dost û dewrûber bibînin şeklî û xwenîşandan bû. Ez nîhîlîstekî tûj nebûm. Min tiştek ji dil fêhm nedikir ku ez pirr bi kok jî pêdiviyên wê bi cih bînim. Ya hînê seyrtir jî di serî de mamosteyên min, dewrûbera min ez zîrek û bawermend didîtim. Ez weke nîvdînekî bûm, ya rastî ez ji xwe piştrast nebûm ku bi rastî nîv jî hebûm. Lê wexta ez vedigerim li pey xwe dinêrim, ez dibînim ku ev dema dûrûdirêj ewqas bêkêr jî nebihurî ye. Veqetîn û pêve negirêdan, beza ber bi rastiyê ji bo vekirina rûpelekî spî, maneyeke mîna paqijkirina zemîn jî bi xwe re tînin.
Şexsiyeta min bi vê xisleta xwe karîbû baştir avahiya sîstema hegemonîk nas bike. Ez gihiştibûm wê hêzê ku dîrokê jî şîrove bikim. Li şûna ku ez ji rewşa kaotîk bitirsim min karîbû maneyê lê bar bikim û di derketina ji wê de rêyeke îdeal vekir. Piştî ku min dît, baweriyên dogmatîk, li ser xeteke pan û rast gavavêtin, mutleqiyetên zanistî û hukmên hişk çavkaniya xwe heman zêhniyet in, hinekî bêhna min hate ber min. Piştî ku min bi hêsayî di şêweyê tevgera xwezayê ya li cem mirov de xweş dît, bend û sukirê li pêşiya têgihiştina min teqiya. Ew tirs û gumana di bin hîmê xerîbketina min ji min bi xwe de her ku li dawiyê dima, qabîliyeteke bi hêz û têgihiştineke xurt a şîroveyê di her şert û mercên insanî de bi zêdeyî rê dida cesaret û serwextbûnê.
Kapasîteya min hebû ku ez bêyî lêkolîn û lêgerînên hûrûkûr, û bêyî ku xwe bispêrim demên konjonkturel kapîtalîzmê bi xwe weke rejîma krîzê bi nav bikim. Kapîtalîzm qonaxa şaristaniya bingehê xwe dewlet, çîn û bajar e, ev qonaxa dawî ya eqlê mirov gihiştiyê nîne, berevajî ev qonax a bi dawî hatina eqlê berê ye, û bi tevahî dewlemendiya xwe hilatina eqlê azadiyê ye. Di vê çarçoveyê de mirov dikare serdema modernîteya kapîtalîst weke serdemeke hêviyê şîrove bike.
“SIBE DEWAM DIKE”