Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 5 gerîlayên li Şemzînanê 25’ê Gulanê şehîd bûn eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyanî li ser malpera HPG’ê hate weşandin û ev agahî hatin dayin:
“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, ji sala 2015’an û vir ve hemû derfetên dewletê seferber kiriye û li Kurdistanê şerekî giran dike. Di şer de ku bi êrîşên qirkirinê û dagirkeriyê tê kirin, hêzên me yên gerîla bi berxwedaneke bê eman pêşî li hemû planên dijmin digirin. Bi berxwedana bê eman û destanî ya hêzên me yên gerîla ku îro li her devera Kurdistanê bi cih bûne, şerekî lehengî li dijî dijmin tê kirin. Berxwedana fedayî ya hêzên me yên gerîla ku derbên giran li dijmin dixe, dijmin şaşwaz kiriye û desthilatdariya AKP-MHP’ê aniye asta tinebûnê. Sekna her hevaleke/î me ku di nava têkoşîna azadiyê de bi rengekî fedayî şer kir û şehîd bû, garantiya paşeroja gelê Kurd e. Yek ji berxwedana dîrokî ya hêzên me yên gerîla, 25’ê Gulana 2018’an li qada Şikêra Spî ya li herêma Gelîşîm a navçeya Şemzînan a Colemêrgê rû da. Di vî şerî de hevalên me Arjîn, Zeynep, Firat, Mahsûm û Mazlûm bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Arjîn Ronahî Nav paşnav: Elîf Ozdemîr Cihê jidayikbûnê: Îdir Dayik-Bav: Hanîfe-Ahmet Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2018 / Colemêrg |
Nasnav: Firat Mahîr Nav paşnav: Fethûllah Kaplan Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Asiye-Mûrat Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2018 / Colemêrg |
Nasnav: Mahsûm Întîkam Nav paşnav: Mahmûd El Hasan Cihê jidayikbûnê: Heleb Dayik-Bav: Meryem-Hasan Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2018 / Colemêrg |
Nasnav: Mazlûm Karakoçan Nav paşnav: Hakan Selçûk Cihê jidayikbûnê: Xarpêt Dayik-Bav: Gulnaz-Îsmet Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2018 / Colemêrg |
Nasnav: Zeynep Rojda Nav paşnav: Eda Mahçûp Cihê jidayikbûnê: Îzmîr Dayik-Bav: Rabîa-Yuksel Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2018 / Colemêrg |