Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Ciwan ên Başûrê Kurdistanê ciwanan ji Silêmaniyê berê xwe dan Qendîlê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dehan ciwan û jinên ciwan li parka Nalî ya Silêmanî li hev civiyan, Ciwanan ji bo li hember dagirkeriyê bisekinin îro di sat 9:00an de berê xwe dan Qendîlê.
Beriya ku ciwan bi rê bikevin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Welatparêz Wilyam Berzencî hate xwendin wiha got, wê bi şiyara ‘Li dijî dagirkeriyê serî hilde’ li Qendîlê bibin mertalên zindî.
Li gorî daxuyaniyê, ciwanên ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê wê li Ranyayê li hev bicivin û ji vir jî berê xwe bidin Qendîlê.
Ciwan wê li Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyê bidin çapemeniyê û komek ji ciwanan li wê li Qendîlê bimînin, kon vedin û li dijî dagirkeriyê bibin mertalên zindî.
Di dema daxuyaniyê de ciwanan pankarta bi nivîsa “Dijmin bombeyan jî bibarînin ciwan wê dev ji çiyayên xwe bernedin, Serî Hilde, dagirkeriyê ji holê rake” vekirin. Ciwanan piştî daxuyaniyê berê xwe dan Qendîlê.