Di bin dirûşmeya “SERÎ HILDE, ŞER BIKE, EFRÎNÊ RIZGAR BIKE” Yekîtiya Ciwanên Rojava(YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan(YJC)’ê ya kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê qonaxa 2 mîn ya hemleya SERÎ HILDE li hember dagirkeriyê da destpêkirin.
QAMIŞLO – Bi dehan ciwanên bajarê Qamişlo,Girkê Legê,Çel Axa û Tilkoçer li stada şehîdên 21’ê Adarê ya bajarê Qamişlo kom bûn û bi daxuyaniyekê qonaxa 2 mîn ya hemleya SERÎ HILDE li hember dagirkirina axa Kurdistan dane destpêkirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê endama jinên ciwan Amed Mamo ve hate xwendin wiha dibêje.
” Dema wê hatiya, em asta tekoşîna xwe ya azadiyê bînin asta herî jor. Roja wê hatiye, banga serî hildana me li çar aliyê welat bilind bibe û dengvedana xwe di nav hemû gelên bin dest de bibîne.
Ji her demê bêtir em ciwanên Apoyî dikêlin, agirê şoreşê di mede gûr û geş dibe, Kîna me wê hemu sînoran hilweşîne û hêzkirina me wê welatekî li ser berhema hezaran hevriyên me yên şehîd avabike.
Di berdewamiya daxuyaniyê îşaret bi berxwedaniya YPG,YPJ,HPG û YJA-STAR’ê hate kirin û wiha hat gotin: Çawa ku êrîşên dagirkeriyê li ser me berdewam in, çawa ku hîna yekîneyên YPG û YPJ’e li Efrînê çalakiyan dikin, li berxwe didin û derbên giran li çeteyan dixin, çawa gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê bi rihê tolhildana şoreşgerî ji Başûr heya Bakur di nava şerê azadiyê de ne, em ê jî di vê pêvajoya berxwedanê li hemberî faşîzm û dagirkeriyê de berdewam cihê xwe bigrin. Îro tehdîta herî mezin li ser çar parçên Kurdistanê û tevahî Rojhilata navîn hikometa Erdogane. Bi heman awayî hilweşandina faşizma AKP-MHP dikare rê li pêşiya tevahî gelên herêmê veke, pêşketinên dîrokî bi xwe re bîne.
Daxuyanî wiha berewam dike: Dijminê azadiyê, dagirker, neyar, faşîst û desthilatar çi bikn bila bikn. talan bikin, wêran bikin, dagirbikin, zilm, zordarî û îşkance bikin, welatê me dişewitînin, hevalên me dixin nav çar dîwaran û şehîd bixin – ev çiroka ma ya hezar salane, lê me ji bîr nekir, em ji bîr nakin û tolhildana me nêz e. Kêm maye, emê bêjin waye Kurdistan azad, waye Surya demokratîk, waya azadî û wekhevî. Di vê çarçoveyê de pîvan û rbertiya me berxwedana îmralî ye, Berxwedana Serdemê û şerê gerîla ye.
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan soza tolhildanê dan û wiha hate gotin: Soza me ev e, em dilopeke xwîna şehîdan jî li erdê nehêlin, silahên wan didestên me de ne û ev silah wê bibe silahê rizgarkirin Efrînê û tevahî Bakurê Suriyê jî.
Yek bi yek emê tola şehîdên xwe hilînin. Wekî şehîd Reşîd gotiye” Em tenê dijmin ji axa xwe dernexin, emê siya wan jî nehêlin” . Bi rihê Rêzanan, Navdaran, Avêstan, Barînan û Şoreşan em qonaxa duyamîn ya hemleya SERÎ HILDE di bin dirûşmeya “SERÎ HILDE, ŞER BIKE, EFRÎNÊ RIZGAR BIKE” radigihînin û bang li hamî ciwanan dikin ku di vê çarçovê de xwe bi rêxistin bikin, serî hildin û tolhildana şoreşgerî mezin bikin. Daxuyanî bi siloganên”Serî hilda, Bijî Serok APO û bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.