Ciwanên YCR’ê Bi dirûşma “Berxwedan Jiyan e û Serî hildin” de li dijî dagirkirina Efrînê meşek bi meşeleyan li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) derbasî qonaxa xwe ya duyemîn a çalakiyan ku di bin dirûşma “Berxwedan jiyan e” bûne. Ciwnên Til Temir ê yên endamên YCR’ê jî jî di bin dirûşma Berxwedan Jiyan e û Serî Hilidin de” li dijî dagirkirina dewleta tirk a Efrînê meşeke bi meşeleyan li dar xistin.
Ciwanên ku meş li dar xisitn alên YCR’ê hilgirtin û ji ber ji ber Saziya Mlabatên Şehîdan Heta Kolana Şehîdên Til Temir meşiyan û li wê meş veguherî mîtîngê.
Piştî ku meşvan rawestiyan beriya mîtîng bê lidarxisitn deqeyek rêz ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan hat girtin. Piştî rêzgritinê rêvebera Jinên Ciwan Nûrcan Hesen axivî û diyar kir ku divê asta berxwedanê û têkoşînê bê bilindkirin.
Nûrcan ê di dewama axaftina xwe silavên gerim ji dilê ciwanan ji Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan re rê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe :”Bi saya fikr û felsfeya Rêber Apo îro kêlî bi kêlî jin azad dibin, çand û zimanê kurdî tê zindîkirin û ciwan bi deng û rengê xwe dadikevin kolnan. Ji ber wê divê hemû ciwan xwedî li Rêberê xwe derkevin. “
Nûrcanê bal kişnad ser Erdoganê êrîşkar û wiha got: Erdogan zarok û jinên bê sûc û guneh qetil dike. Li Efrînê jî heman tişt kir. Em ê tu carî hovetiya li dijî Efrînê ji bîr nekin. Divê ku hemû ciwan bi yek dil û rihî dest bidin hev û rê li ber van pîlanên qirêj bigrin.”
Meş bi dirûşma ”Berxwedan Jiyan e” û ”Serî Hildin” bi dawî bû.