Li Efrînê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser welatiyên Efrînê dewam dike, dewleta dagirker û çeteyên wê qetilkirin û revandina welatiyan her wiha li hember wê pereyên ji bû serbest berdanê xwestin dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şiyê ya Efrînê êvara înê komeke welatiyên ku hijmara wan ne hate tespît kirin revandin. Li gor agahiya piraniya wan ji mala Şêxo ne.
Rewşa welatiyên ku hatine revandin ne diyare.
Hêjaya bi bîrxistinê ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berî çend rojan nêzî 25 ciwanên kurd li navçeya Şiyê girtin û hîn jî rewşa wan ne hatiye zelalkirin.