YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ê ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe eşkere kir yê ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbû.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;
“Dewleta Tirk a dagirker bi 19’ê Tîrmeha 2012’an destpêka Şoreşa Rojava re bênavber hewldanên êrîşkirina Rojava da destpêkirin. Herî dawî di 20’ê Çile ya 2018’an de hemû derfetên xwe kirin seferberiyê û êrîşên dagirkerî û qirkirinê li ser Efrînê da destpêkirin. Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê rastî berxwedanek bêhempa ya hêzên me yên YPG û YPJ’ê hat. Dewleta Tirk a dagirker bi çekên herî giran êrîşî vê berxwedanê kir û xwest bi van êrîşan encamê bigire. Di vî şerî de yê ku heta niha jî berdewam dike, hêzên me bi berxwedaneke efsaneyî derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker xistin.
Her rêhevalekî me yê ji bo tekoşîna azadiyê dide rêvebirin bi seknek û berxwedanek qehremanî planên dijmin serûbin kirin. Bi vî awayî carek din nîşan da ku ji bilî rêya berxwedanê tu rê ji rizgarkirina pêşeroja gelê Kurd re nîne. Rêhevalê me Mihemed Erûr di berxwedana parastina navçeya Cindirêsê de cih girt û di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker a di 20’ê Sibatê de şehîd bû.”
Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameyê şehîd wiha ye:
Nasnav: Mihemed Erûr
Nav û Paşnav: Hisên El Hesen
Navê Dayikê: Şemse
Navê Bav: Ebdilbaqî
Cihê Jidayikbûnê: Rimêlan
Cih û Dema Şehadetê: Cindirêsê / 20’ê Sibata 2018’an