Bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Rojava û tîma futbol a Rojava ya ciwanan tirnoveya futbolê ya yekemîn a şehîd Metîn li gundê Girbawî yê Qamişlo hate li dar xistin.
QAMIŞLO – Tirnoveya futbolê ku ji bo pîrozbahiya vekirina lîstogeha şehîd Metîn ya li gundê Girbawî ku apê şehîd vekir hate li dar xistin.
Di merasîma vekirina lîstogehê û destpêkirina tirnoveyê de tabûrên ciwanan û jinên ciwan, YPG, Çand û huner ya gundê Girbawî her wiha bi sedan ciwan û şêniyên gund hazir bûn.
Tirnoveya ku cara yekemîn di xeta gundên ku dikevin Başûrê Qamişlo de pêk tê 13 tîm tevlî bûn û her tîmek ji 6 lîstikvanan pêk tê.
Merasîma vekirina lîstogehê û destpêkirina tirnoveyê bi deqeyek rêz girtin dest pêkir. piştre axaftin hatin gotin û vekirina lîstogehê her wiha li dar xistina tirnoveyê hate pîrozkirin.
Merasîm bi dîlana koma çand û hunera gundê Girbawî bi dawî bû her wiha tirnove bi matşa di navbera tîma Asayîşa Girbawî û tîma xeta gunda dest pêkir.