Yekitıya jınên Ciwan ji bo parastina bajarê Qamişlo bendên xwe yên kontrolê di nava bajar de avakirine û gel diparêzin. Jinên Ciwan diyarkirin ku parstin ax, romet û gel erka wan ya serekeye.
QAMIŞLO – Endama qomîta parastinê ya jinên ciwan Sêal Hiso got: Em jinên ciwan hertim hewldanên me hene ku em rola xwe di nava vê şoreşê de zêdetir bikin. him ciwan hem jî jinên ciwan ji destpêka şoreşê de çi erkê ku kete ser milê me de em pê rabûn, ji xwe em dizanin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û jin mil bi mil li kêleka hevalên xwe yê xort di hemî qadan de tekoşîn kir.
Hiso di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi berxwedaniya YPJ’ê kir û got ku YPJ’ê xwe îsbat kir û berxwedaniyeke bê hempa li hember terorê kir, ji ber vê yekê em jinên ciwan anha parastinê dikin. Hiso diyar kir ku di demên pêş de ewê taburek jinên ciwan avabikin.
Hiso got: Em niha li çerxeriya şehîd Aras û li vir parastin dikin, nwqteyek me li kolana Siyahî jî heye ew hevalên xort li wir dimînin û parastin dikin.
Sêal Hiso di dawiya axaftina xwe de bang li hemî jinên ciwan kir ku xwe birêxistin bikin û xwe tevlî nava kar bikin, Hiso bi silogana “Bijî berxwedana jinên ciwan , bijî berxwedana ciwanan” bi dawî kir.
Her wiha endamê hêzên parastina hindirîn Rojbîr jî axifî û got: Dema em ji bo parastiê di nava bajar de digerin û rastî noqteya jinên ciwan tên em pir hêz û moral ji van hevalan digrin, em serkeftin ji jinên ciwan re dixwazin.