Polîsên deleta Tirk a dagirker di dema fitarê de êrîşî ciwanên HDP’ê yên fitar dikirin kir û 14 ciwan hatin destgîrkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li taxa Çamlikûle ya navçeya Bûca ya Îzmîrê, ciwanên HDP’ê duh dema fitara xwe vedikirin polîsên Tirk bi gaza îsotê êrîş birin ser wan.
Ji ber êrîşê 14 ciwan hatin destgîrkirin ku 4 jê di dema êrîşê de hatin girtin. Ciwanên hatin destgîrkirin birin Şaxê TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.