Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dike. her roj welatiyan direvîne û qetil dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundê Kebaşin ê navçeya Şerawayê 5 ciwanên din hatin revandin.
Ciwanên ku hatin revandin: Îbrahîm Umer Heyder (30), Abdulhemîd Îsmaîl Heyder (28), Mihemed Hesen Ebdo (28), Adil Mihemed Şikrî (25) û Fadil Mihemed Şikrî (18). Nayê zanîn bê ciwanên hatine revandin bi ku ve birine.
Her wiha kesekî bi navê Ş.N. ê ji gundê Birc Weqas ê li Şerawayê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê, 4 kesên ku pezên xwe diçêrandin revandine. Kesên hatine revandin: Nezmî Elî (60), Elî Xelîl (45), Qedrî Beherî (60) û ciwanê bi navê Mihemed (30).
Çeteyan di berdêla berdana kesên revandî de hezar dolar xwestin û 5 mihî jî dizîn.