NAVENDA NÛÇEYAN – Eger em dîrokê ji aliyê zêhniyetê ve dabeşî deman bikin, em dikarin weha bêjin; serdemên pêşî B.Z. di salên 5000 û P.Z. salên 500’î bi giranî ji qonaxên mîtolojîk û dînî pêk tên, serdema navîn a teolojîk salên 500 û 1500’î P.Z.
ji senteza dîn û felsefeyê pêk tê, û serdema hemdem a ji salên 1500’î P.Z. û heta roja îro cihêbûna felsefe û zanistê îfade dike.
Bi dogmabûyîna mîtolojiyê re dîn pêk tê. Mirov bi temamî nikare ji mîtolojiyê re dîn bibêje. Ji bo dîn şêweyên bawerî û perestinê yên naguherin hewce dikin. Bi tevahî hûnandî ye. Bingeha dînî bawerkirina ji bûyerên hûnandî ye. Aliyê wê yê bi tenê erênî ew e ku di gavavêtina fikra neberçav de telşên mezin di nava civakê de vedike, zorê dide fikra felsefî û zanistî, û nebidestê xwe ji wan re zemîn amade dike. Fikra zanist û felsefeyê bi fikra dînî re di nava pêwendiyeke diyalektîkî de pêş dikeve. Şopên kûr ên dînî li ser felsefe û zanistê hene.
Felsefe herçiqasî çavkaniya xwe mejî be jî bi giranî bûyeran dihûne û bi çavdêriyeke objektîv re timî têkildar e.
Bi tevahî têkiliya xwe ya bi mejiyê hisî re qut nake. Şêweyê fikra mucered û neberçav, şêweyê fikra herî payebilind e. Kêrhatina wî ya ji bo zanistê, ji ya dîn pêşdetir e.
Ya rastî, zanist zêde cudahiya xwe ji felsefeyê nîne. Mirov dikare zanistê weke felsefeya bingehê xwe yê ceribandinê xurt, şîrove bike. Bi çavdêrî û ceribandinê hewl dide herdu xwezayan manedar bike. Ya rast jî ev e. Lê pirsa dîn a ‘çima’ bersiva wê nîne û ev kêmasiyeke wê ya girîng e. Mirov bersiva xweza ‘çawa ye’ bide, ev nabe bersiveke têrûtijî ya ji bo jiyanê. Gerdûneke gelekî mezin heye, nabe ku mirov wê weke bê armanc, çima heye û bê sedem hebûna wê bibîne. Ev yek li gorî daxwazê nîne. Zanista nikaribe ji bo jiyanê bersiva pirsa ‘çima’ bide, bivê nevê wê di encamê de ji bo desthilatdariya koleker bibe amûr. Ez weke tezeke xurt pêşkêş dikim ku zanist ji ber têkiliya xwe ya bi zêhniyeta kapîtlalîst re ji felsefe û dîn cihê bûye.
Ez vê teza xwe weha dikarim piştrast bikim: Dîn û felsefe, û heta mîtolojî bîr û nasnameya civakê, hêza parastinê ya zêhnê wê ne. Gelekî berevajî bikin û bikin dijberê xwe jî ev yek rastiyeke civakî ye. Civakeke têkiliya wê ya bi bîr û dîroka wê re hatibe qutkirin, wê zanista wê bi vî rengî di xizmeta desthilatdariya rojane de be ku ew jî kapîtalîzm e. Di kapîtalîzmê de mîtolojî, dîn û felsefe ketine rewşekê hema bêje pênc pere nakin. Çima? Bersiv eşkere ye. Bi hezar salan, felsefe, dîn û destanan rê neda kapîtalîzma di telş û terkên civakê de ketibû kemînê. Wan kesên faîzxwir û spekulatorên bi buhayê alavan lîstin û kareke neheq bi destxistin şermezar kir û ew di civakê de nerewa îlan kirin.
Di fikra civakê de heta dîn, felsefe û efsaneyan cihên xwe parastin û mejiyê hisî giraniya xwe dewam kir, mumkin nîne kapîtalîzm bibe ya sereke. Ti desthilatdarî di vê rewşa zêhniyetê de ango di rewşa exlaqî de nikare kapîtalîzmê rewa bike. Nîzama civakî-aborî ya xwe dispêriyê, nikare biparêze.
Sosyolog Max Weber, mezhebê Xirîstiyantiyê Protestantiyê weke mezhebê ji kapîtalîzmê re zemînê zêhnî amade kirî û weke cîhana zêhnî ya rê daye kapîtalîzmê bi nav dike. Ev şîroveya ku para xwe ya rastiyê gelek e, divê mirov wê ji du aliyan ve rexne bike.
a- Protestanî bi xwe dînekî qels e. Nêzîkî zanista bi şêweyê kapîtalîzmê ye. Ya girîngtir, serdema dînên millî dide destpêkirin. Bi awayekî, qonaxa pêş milletperestiyê ye. Milletperestî jî îdeolojiya xas a kapîtalîzmê ye. Eger mirov di vê çarçoveyê de li şerên mezin ên dînan ên li Ewrûpayê binêre, ev ê rê li ber maneyeke temamkertir veke.
Li devera dîn lê herî qels, yan jî li cografya nû bûyî protestan (Hollanda, Ingilîstan, DYE) cara pêşî derfet û îmkanê serektinê bi dest kapîtalîstan ketin. Li van welatan, di heman demê de her cure mezhebên ji rêderketî bi cih bûne.
Ez li vir ortodoksiya dîn naparêzim. Ya ez dixwazim bibêjim ew e ku exlaqê Protestaniyê exlaqê herî qels ê Xirîstiyantiyê ye, ji lewra bi hêsayî rê daye kapîtalîzmê. Ez di vê nuqteyê de ji Weber cihê dibim. Ya ew erênî dibîne, ez jî weke neyînî şîrove dikim.
b- Weke paradoksê xuya bike jî di dawiya meşa dirêj a dîrokî ya zêhniyeta dînî û qonaxa wê ya herî qels de bi giştî zêhniyeta kapîtalîst rewa bûye. Ez zanistê ji sedî sed weke berhemeke pêşketina kapîtalîzmê nabînim. Ya qewimiye, ew e ku li qonaxa pêşketinê ya bêşens rast hatiye. Ew jî ew e ku şoreşa zanistî û şoreşa ekonomîk a kapîtalîst li Rojavayê Ewrûpayê hema hema di heman sedsalê de pêk hatine. Avakerên zêhniyeta kapîtalîzmê, ev hevdemiya herdu bûyeran, weke ku kapîtalîzmê zanist derxistibe holê nîşan dane û bi vî awayî dereweke mezin li şûna rastiyekê danîne. Bêguman kesên di warê zanistê de kêrhatî û civaka kapîtalîzm di navê de bi lez pêş diket, di zikhev de bûn.
Lê ev xusûs bi ti awayî rê nade wê totolojiya ku dibêje; zanyaran kapîtalîzm derxistine holê. Nakokiya zanyaran bi fikra dînî re hebû. Lê pirraniya wan jî di wê astê de bûn ku li xwe danedianîn guh bidin zêhniyeta kapîtalîzmê.
Ya divê mirov bibêje ew e ku kapîtalîzmê çawa ji mal, ji spekulasyona peran kar-sermaye bi destxistiye, ji tevahiya şêweyên fikrê sûd wergirtiye. Bi tevahî formên fikrê li weznê xistine û yên bi kêra wê hatine bi şêweyê dibistanên dînî yan jî felsefeyê hilanîne, bi navê lîberalîzm û pozîtîvîzmê ji nû ve xistine piyaseyê. Ya bêhtir cihê xemgîniyê jî ew e ku jê hatiye wan weke cawekî nû bin bi kareke gelekî zêde bifiroşe, ango wan bike zêhniyeta serdest, hostatî yan jî xasûkiya wan bide qebûlkirin.
Mirov zêhniyeta kapîtalîzmê dikare bi gelek awayan bi nav bike. Berê pêşî mirov dikare ji bo wê bibêje; qetqetokî û bi serhevkirî ye, dikeve her reng û qalibî, tehlûkeya wê ya xapandinê zêde ye, ji dogmayên herî hişk ên dînî dogmatîktir e, ji felsefeyên herî mucered beredayîtir e, spekulatîf e, ji pûtperestiyê jî wêdetir pûtperestiya pozîtîvîzm û lîberalîzmê dike. Bi pozîtîvîzmê zanist xesandiye û bi vî awayî li dijî cîhana bawerî û exlaqê rakiriye, bi lîberalîzmê jî ferdperestiyê canê civakê stendiye veguherandiye xwedayetiya dewletperest a netewe ku heta bi qirkirinê biriye.
Ti zêhniyeta dînî bi qasî zêhniyeta kapîtalîzmê rê li şer, zordestî û êşkenceyê venekir. Ti ferdê civakê bi qasî zêhnê ferdê civaka kapîtalîzm têde bi ser ketiye, bê berpirsiyarî, nefsokî, zalim, qir dike, asîmîlasyonîst û dîktator nîne.
Weke sîstema yekdestdar a li ser cîhana mal û peran hatiye avakirin kapîtalîzm, wexta zêhniyeta xwe ya fînansê ava dike, civaka mirov bi qasî ti nemrût û fîrewnî neaniye hişê xwe bi qalibên zêhniyetê ve girê dide û li hemberî pûtên herî rezîl mirovatiya global dibe sucûdê û mirov wê wextê tenê dikare behsa têkçûna zêhnî û rizînê bike.
Gelekî girîng e ku mirov zêhniyeta kapîtalîzmê hinekî din ji nêz ve hûrbikole. Berê pêşî divê ez bibêjim ku yekalî binavkirin û ravekirinên kapîtalîzmê, encama xebatên zêhniyetên bi giranî di bin bandora sîstemê de ye. Şîroveyên bi vî rengî li cem anarşîst û Marksîstên herî zêde îdîa dikin ku civaknasên zanistî ne, û herî zêde antî-kapîtalîst in, têne dîtin.
Marks bi xwe jî binesaziya ekonomîk ji bo tevahiya formên huqûqî, siyasî û îdeolojîk weke çavkaniya ravekirinê bi cih kiriye, belkî jî yek ji sedemên bingehîn ê serneketina sosyalîzma di rêya wê de şerên mezin hatin kirin, ev e. Divê em vê xusûsê baş zanibin ku ti koma mirovan demeke dirêj forma zêhniyetê nas neke, neceribîne, wê nikaribe şêwazê jiyana maddî ango jiyana ekonomîk ava û sîstematîze bike. Analîzên li ser sîstemê yên pêşketina zêhniyetê di tariyê de dihêlin, ew bi xwe jî ji hegemonya sîstemê re xizmetê dikin. Herçiqas dijber rawestin jî wê nikaribin xwe ji xizmetkariya wê xilas bikin. Sîstemên serdest beriya her tiştî vê serdestiya xwe bi sazîkirina zêhniyet û siyasetê misoger dikin. Jiyana maddî jî bi tenê di vê çarçoveyê de tê sererastkirin. Îdeaya Marks a dibêje; ‘Ez diyalektîka Hegel rast dikim’ berevajiyê tê zanîn, ew piştrast nekiriye, ew zêde dixape.
Êdî baş hatiye fêhmkirin, weke asta herî jor a metafizîkê, îdealîzma Hegel di pêlika diçe dewleta netewe ya elman de yek ji gavên pêşî ye. Hînê beriya wî avakerê îdeolojiya Prostestaniyê Luther û E. Kant ê li dijî objektîvîzma hişk sûbjektîzmê, hinekî jî exlaq li ber çav digire, tên. Ya rastî, Karl Marks jî weke nakokî xuya bike jî ev xeta proleter, bi navê sîstema antî-kapîtalîst dewam kiriye. Di encamê de îdeolojiya elman ango zêhniyeta wê bi şêwazê faşîzm û pêşengiyên mîna Hîtler bi encam bûye.
Di pirsgirêka zêhniyetê de yê li vê tehlûkeyê herî baş hayil bûye fîlozofê elman Nietzsche ye. Şêwazê xebatê yê Nietzsche li ser zêhniyetê dijberiyeke rastî ya modernîteya kapîtalîst e. Kêmasiyeke mezin e ku nehatiye pêşxistin, paşê felsefeya siyaseta wê nehatiye kirin û bi cih nehatiye anîn. Fîlozofên Frensî Deleuze, Guattarî, M. Foucault û hwd. û hewldanên Gramsci yê Îtalî yên derengmayî gelekî kêm in, û ji aliyê siyasî ve bi sazî nebûne. Jixwe ya bi sosyalîzma pêkhatî bi serketî, herî kêm sedûpêncî salî bi navê çepgiriyê hevkariya objektîf a bi modernîteya kapîtalîst re ye. Ezmûneyên Sovyeta Rûsyayê û Çînê vî hukmê me bi awayekî balkêş piştrast dikin. Ez hêvîdar im ku di dabaşên pêwendîdar de li ser vê mijarê bi awayekî berfireh rawestim.
Ji anarşîstan, nexasim ji yên pêşî yên kevin di serî de Proudhon, Bakunîn û Kropotkîn rexneyên wan ên li ser derketina kapîtalîzmê di gelek waran de mirov rohnî dikin. Aliyê siyasî û îdeolojîk hînê baştir didîtin. Lê ji ber ku nikarîbûn fikrên xwe bi felsefe û sazî bikin û dîsa ji ber ku haya wan ji exlaq û dîrokê tinebû, li gorî analîzên dawî; neçar di destê kapîtalîzmê de bûn metayeke îdeolojîk.
Her weha divê ez bibêjim ku xebateke zêhnî bi siyaseteke hostekarî, exlaq, dîrok û pratîkê re nebe yek, çare nîne, yan wê ji aliyê dijberên xwe ve were bi karanîn, yan wê were tinekirin yan jî were asîmîlekirin û bi vî awayî were bêtesîrkirin. Cihê xemê ye ku ya hatiye serê antî-kapîtalîstan weke di dîrokê de gelek mînakên wan hatine dîtin di serî de Xirîstiyantî, Bûdîzm, Zerdeştî û Manîtî hatiye serê heman rêwiyên vê riyê û bûne hevparê heman çarenûsê. Ez hema divê di cihê cih de bibêjim ku ez îdîa nakim van doktrînan badilhewa çûne û mirov nikare ji çarenûsê xilas bibe. Eger wisa bûya, jixwe ne hewce bi nivîsandina van hevokan dikir, ne jî maneya exlaqê azadiyê hebû. Ya ez dikim rexne ye.
Eger roja me ya îro, ya rastî di nava yekparebûna dîrokê de qonaxa dawî ya şaristaniyê kapîtalîzm bi şêweyê xwe yê hat binavkirin û li dijî spartekên wê yên dîrokî, ji bo xwegihandina sîstemeke alternatîf a serketî, divê felsefeya siyasetê, sazîbûna siyasetê û di jiyana maddî de çalakiyên wê bi pêşengiya xebatên yekpare yên zêhniyetê, bi eşq û şewq di zikhev de werin hûnandin.
Di hegemonkariya sîstema kapîtalîst de tevî ku cihê zora eskerî û siyasî gelekî girîng e jî ya esas civakê bi çanda îndustriyalîzmê teslîm digire û heta mirov dikare bibêje ditevizîne. Eger gotin li cih be, mirov dikare destnîşan bike ku zêhniyetên komên di bin bandora sîstemê de ji meymûnên nêzî cinsê mirov paşdetir in û bi hêsayî sîstem dikare wan bireqisîne. Nîzamê li baxçeyê heywanan, ya rastî mînakeke baş e ku ji bo mirov fêhm bike, çawa civak bi awayê baxçeyê heywanan li gorî xwe sererast kirine. Gelek fîlozof destnîşan dikin û dibilînin ku çawa li bexçeyê heywanan, heywan ji bo temaşekirinê ne, sîstemê jî civak kiriye civakeke ji bo temaşekirinê.
Di serî de bi sê ‘S’yan ango îndustriya seksê, paşê û di zikhev de îndustriya sinaet-çand-huner û sporê bi kampanyayeke berfireh a reklama medyatîk, sîstem timî mejiyê analîtîk û hisî bombe dike, bi temamî bêkêr dike û kengî civakê tîne asta temaşeker fetha wê ya zêhniyetê temam dibe, diseride.
Ev civak ji teslîmgirtinê jî xirabtir, civakeke welê ye ku sîstem çawa bixwaze welê rêve dibe û îdare dike. Ya rastî, ezmûna faşîzmê ya di warê civaka temaşekirinê de têkneçû. Serekên wan têkçûn. Lê di şerê sar de û piştî şerê sar, şîrketên fînansê yên global û dewletên netewe li ser tevahiya komên mirovan serwer kirin. Ya qewimî, di serî de ji demên Sumer, Misr, Hind, Çîn û Romayê ji fetha dema sîstemên împaratoriyên bi hêz li ser civakan qat bi qat bi hêztir pêk hat. Piştî qonaxên mêtingerî û emperyalîzmê, qonaxa împaratoriya kapîtalîzmê qonaxa asta herî jor a hegemonya wê ye. Herçiqasî bi awayekî berçav kaotîk be û gelek nîşaneyên rizînê pêre bêne dîtin jî sîstem gelekî bi civakê dilîze ango dike ku serdestiya zêhnî têra xwe tevlîhev bibe ku mirov nikaribin ji navê derkevin. Bi vî awayî dixwaze kaotîkbûna xwe û nîşaneyên rizînê telafî bike, veşêre.
Di gihiştina vê qonaxê de weke îndustrî pêşkêşkirina seksê rola xwe diyarker e. Mirov xistine rewşekê ku serketinê di hêza seksualîteyê de dibînin. Lê têkiliya cinsî di jiyana tevahiya zindiyan de weke fonksiyeneke hayjixwehebûnê û bêserûbinîkirina wê de roleke mirov jê hîn bibe bi cih tîne. Ji zindiyên yek şaneyî bigirin heta cinsê mirov fonksiyona seksualîteyê mirov dikare bi vî awayî rave bike. Ji lewra manedar û heta pîroz e. Komên mirovan jî di tevahiya dîrokê de şêweyekî bi vî rengî yê şîroveyê esas girtine. Bi tevahî lêkolînên antropolojîk jî vê şîroveyê piştrast dikin. Eger têkiliyek an jî têkiliyên divê nebin meta ango îndustrî hebin, pêwîst e ku di serî de têkiliyên cinsî bên. Ji ber ku têkiliya cinsî têkiliya xwe bi pîrozbûna jiyanê, bi bilindî û mezinahiya wê, û domdariya wê re heye.
Têkiliyên cinsî divê zêdetir ji rê neyên derxistin, ji ber ku berpirsiyariya wê heye ku jiyanên din nexe tehlûkeyê.
Bikaranîna seksualîteyê, mirov dikare bibêje yek ji amûrên hegemonîk ê bingehîn ê sîstemê ye. Ne tenê kiriye meta û wergerandiye îndustriyeke mezin; di civakê de xwedatiya fallûs a Hindî hem rizandiye hem jî çilcarî jê bihurandiye û dînekî mêran ê cinsperest û serwer pêk aniye. Nexasim her mêr vî dînê nû weke nîşaneyekê, di serî de wêje li serê quncika hunerê datîne û bi temamî dike fena amûrekî narkotîkê. Li ber vî dînê seksualîteyê narkotîkên kîmyewî jî nabin tiştek û heta mirov dikare bibêje hîç in.
Bi tevahî ferdên civakê bi reklamên medyatîk, ne bi tenê bi reklamên ji rêzê, bi kampanyayan kirine kesên di warê seksualîteyê de ji rê derketî. Ciwan, pîr û kal û heta zarok ferq nake; her kes tê bikaranîn. Jixwe jin kirine weke amûrekî herî pêşketî yê seksualîteyê. Ew bi zêhniyeteke wer mehkûm kirine ku bi qasî serê derziyê beşekî wê bi awayekî cinsî xîtab neke, mîna pênc quriş qîmeta wê nîne, difikire. Malbata pîroz kirine dergeheke seksualîteyê. Ji dayika pîroz û xwedawendiyê ‘pîrejineke’ bêkêr li dawiyê maye. Rewşeke gelekî xemgîn û xembar e. Bi rêya sûnî ya avishiştinê jin bi temamî kirine amûrekî seksualîteyê û ev yek gihandine asta herî jor.
Rewşa berovajî jî, li gorî sîstemê, gihiştiye wê astê ku mirov nikaribin xwe lê ragirin. Anîna pirr zarokan di cewherê xwe de rêûresmeke civaka bavikan e, lê bi teknîkên bijîşkî jinên tebeqeya jêrîn kirine mîna makîneya zarokanînê. Bi vî awayî, karekî zehmet ango gihandina zarokan jî dixin stûyê xizanan û bi vê riyê hewcedariya bi karkerên ciwan jî tê tedarikkirin, û li aliyê din jî malbateke riziyayî tê afirandin. Ango bi kevirekî çend nîşanan bi hev re radikin.
Mêr û jinên tebeqeya jor bi zarokên sûnî, kurê hewiyê û xwedîkirina heywanan têgîna zarok dirizînin qaşo pê kêmasiya ewlad tedarik dikin û bi vî awayî hewl didin heta dawiyê seksî bimînin, û bi awayekî ji xwe biçin dînê nû yê seksualîteyê rîtualîze dikin. Encam; şêniyên zêde yên bêmane ku mirovatî nikare di binî de rabe, bê kariyeke di dîrokê de hîç nehatiye dîtin û pêsîrtengiya hawîrdorê, kiriye ku mirov nikarebe vî barî rake. Mirovatî wê çawa ji heqê vê pirsgirêkê derkeve? Ez difikirim ku di ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de hûrûkûr li ser vê mijarê rawestim.
Wexta çand dibe îndustrî, ango bi gotineke din, wexta bi berfirehî bibe metayeke hilberandinê dibe duyemîn amûrê bi bandor ê koledariyê. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare çandê weke cîhana civakan a zêhniyetê bi nav bike.
Sê mijarên xwe yên bingehîn hene, û ew jî ev in: fikirkirin, ecibandin û exlaq. Di nava sedsalan de desthilatdariya ekonomîk û siyasî di nava sîstemê de dor li hêmanên çandê girtine û kirrî ne. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de hêmanên çandê hemû bi xwe ve girêdane û ev yek ji bo rewabûna wan şert e. Erkdarên aborî û desthilatdariyê pirr zû haya xwe ji vê xusûsê çêbûye û tedbîrên di vî warî de ti carî dereng nexistine. Asîmîlekirina çandê ji aliyê desthilatdariyan ve heta bi damezrandina demên hiyarerşiyê ve diçe. Amûrên wan ên bingehîn ên rêveberiyê ne. Eger hegemonya çandî nebe, nikarin yekdestdariya aborî û desthilatdariyê rêve bibin. Sîstemên xwe bi mêtinkarî û darê zorê rêve dibin, tenê bi talanên demkurt dikarin xwe li ser piyan bigirin, wexta tiştekî talan bikin nemîne jî xwe bi xwe bi hev dikevin an jî hildiweşin û belav dibin, diçin.
Di şaristaniya kapîtalîst de rola çandê gelekî girîng e. Weke tevahiya zêhniyeta qadên civakî çand berê hat asîmîlekirin ango li gorî desthilatdariya siyasî û aborî hat hûnandin û paşê li tevahiya komên dinyayê ango netewe, gel, dewlet-netewe, civakên sivîl û şîrketan hat belavkirin û xistin îndustriyeke mezin. Wêje, zanist, felsefe, qadên din ên hunerê û qadên sereke yên weke dîrok, dîn û huqûqê kirin obje û bi vî awayî kirin meta. Pirtûk, film, rojname, TV, internet, radyo û amûrên wekî wan, fena metayên vê îndustriyê kêrhatî ne. Li vir metayên çandî rê li ber hatineke mezin a aborî vedikin, tevî vê jî fonksiyona wan ya herî hilweşîner di êsîrgirtina zêhniyetê de bi awayekî di dîrokê de hîç nehatiye dîtin bi cih tînin. Ango mirovan ji dewaran jî wêdetir, dikin çînek, neteweyek, eşîrek û her cure cemaeta maneya xwe wendakirî, bi kurtî GIRSEyeke mîna meymûnên nefsokî, bêserûber û çeloxwarî diafirînin û pê dilîzin. Mîmarên wan ên sereke dewletên netewe ne, şîrketên global û yekdestdarên medyayê ne. Ji bilî hatina peran û çûna wan, ti tiştî civakê wan eleqedar nake.
Derdorên herî xizan kirine jî xistine rewşekê ku nikarin bifikirin û tenê xeyal dikin rojekê gelek peran bi dest bixin û li gorî kêf û dilê xwe bijîn.
Bala xwe bidinê, xizankirina mirovan weke diyardeyeke çandî tê bikaranîn. Di wan serdemên navîn de jî ku em wan naecibînin, xizanî weke sedema isyanê tê qebûlkirin, lê di bin hegemonya çandî ya fermî de bi destxistina heqdestekî bûye armanc û hedef, ev jî serketina çandî ya sîstemê nîşan dide.
Îndustriya çandî û îndustriya seksê bi hev re dibin serwer ango mirovan bi riza dilê wan êsîr digirin û heta vê yekê weke azadiya li herî asta bilind bi nav dikin. Ji sedî sed diyar e ku ev stûneke bi hêz e ku rêveberî ji bo rewabûnê xwe dispêrê. Qonaxa împaratoriya kapîtalîzmê bi tenê bi îndustriya çandê mumkin e. Ji lewra têkoşîna li dijî hegemonya çandî têkoşîneke dijwar a zêhnî ferz dike. Li dijî şerê vê sîstemê yê asîmîlekirin, fetihkirin û bi rêya îndustriya çandî dimeşîne, heta ji aliyê naverok û form ve neyê bi rêxistinkirin, şensê serketinê yê ti têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê tineye.
Ez ê pirsgirêkên di vî warî de jî hewl bidim di Sosyolojiya Azadiyê de bi berfirehî guftûgo bikim.
Di civakan de spor ji destpêkê ve ji bo tevlîkirina mirovan weke lîstikeke amadekariyê bi kêr hatiye. Ji bo mirovan bi awayekî serketî tevlî jiyanê bikin lîstikên sporê amade dikin. Mîna ku bi van lîstikan mirovan hînî rola wan a civakê dikin. Nexasim, em dibînin ku împaratoriya Romayê di qonaxa rizînê de, hînê nû sporê weke îndustrî bi kar tîne. Gladyatorî bi xwe saziyeke bi vî rengî ye.
Kapîtalîzmê ji destpêkê ve spor jî bi desthilatdariyê re kir yek û ew ji cewherê wê yê amatoriyê şuşt (profesyoneltî) û îndustrîbûna wê ferz kir. Qadeke din a girîng e ku kirine meta û pê civakê ditevizînin. Li şûna ku mirovan bi moraleke bilind û li ser hîmê bedeneke tekûz tevlî civakê bike, hevrikiyeke dînane ya ji bo bi destxistina peran sor dike û civakê jî dixe rewşa temaşekerên bêkêr. Çanda arenayê ango avêtina mirovan a ber şêran û qetlên gladyatoran weke ruhekî di tevahiya qadên sporê de hatiye bicihkirin. Rekor û çepik di vî warî de du nîşaneyên berçav in.
Li şûna dîn û felsefeya kesekî hebe, hebûna tîmekî wî/wê ya sporê hînê girîngtir bûye. Piştgirî û alîgiriya tîmên sporê mîna nexweşî û şewbekê ye. Bi vî awayî ji bo rêveberan dibe amûrekî baş ê rêvebirinê. Mînak rola fûtbol ji bo rêveberan bi cih tîne, kîjan dîn an jî felsefe dikare bi cih bîne?
Kurtebirr mirov dikare bibêje; sê ‘S’ kirin îndustrî û bi vî awayî di hunerê rêveberiyê de xwe gihandin asta herî jor û bilind. Bêyî sê ‘S’yan, ne rêveberiya sermaya global, ne jî desthilatdariya dewleta netewe bi cih tê. Ez dubare dibêjim; em li vir bi serê xwe seksualîte, çand û sporê xirab û rexne nakin. Em van qadên her tim di pêkhatina civakê de hewce dikin, bi karanîna wan weke îndustrî û dejenerekirina wan rexne dikin.
Cîhana ferazî ya di bin hegemonya zêhniyeta kapîtalîzmê de ji aliyê saziyên medyayê yên bingehîn ve tê meşandin, dîsa amûrekî girîng ê zêhnî ye. Ferazîbûna jiyanê asta herî jor a mejiyê analîtîk gihiştiyê nîşan dide. Wexta bûyereke mîna şer ya herî bi dehşet jî bi awayekî ferazî were nîşandan, heye ku ew bi serê xwe karibe exlaq hilweşîne. Jiyana beden û mejiyê mirov nediceriband, ji berê de jêre digotin jiyana sexte. Navê ferazî lê kirine, bi vê jiyan ji sextetiyê xilas nabe. Em li vir teknîk û zanista rê û derfet daye jiyana feraziyê gunehbar nakin. Em li vir careke din li bikaranîneke xirab rast tên û dibînin zêhnê ferd ditevizîne. Teknolojiya serberdayî, sîleha herî bi tehlûke ye.
Serdestiya kapîtalîzmê li teknîkê û hewcedariya bi rêvebirina mîlyaran, sedema bingehîn e ku sînorên jiyana ferazî berfireh dike. Jiyan êdî nayê jiyîn. Timî dibe ferazî. Mîna ku mirov şipiya bimire û mirî bimîne. Simulakr îfadeyên herî berçav ên jiyana ferazî ne. Mirov her têkilî, bûyer û berhemî sîmule bike pê nabe xwedî zanîn. Ev yek mirovî ehmeq dike. Bi teqlîdkirina tevahiya berhemên şaristaniyê pêşketin çênabe; hegemonya çanda teqlîdê tê çêkirin.
Di cewherê jiyanê de cihêtiya heyî, xwe naspêre dubarebûnê. Dîrok bi xwe jî xwe dubare nake. Teqlîd dijberê pêşketinê ye. Jiyana ferazî jî xwe dispêre teqlîdeke bê sînor. Her kes hev teqlîd dike û bi vî awayî wan dişibînin hev. Bi vî awayî keriyên pez diafirînin. Serdema fînansê jiyana ferazî nebe nikare li ser piyan bimîne. Lê bi ehmeqiyeke bê sînor dikare bimeşe, ew jî bi sextetî û jiyana ferazî dibe. Yek ji wezîfeyên bingehîn ên jiyana azad ew e ku divê mirov li ber vê jiyana ferazî rabe. Ji bo em jiyana azad bi nav bikin, bi rêxistin bikin û civakan li ser piyan bihêlin, wezîfeyeke bivênevê, divê em bi cih bînin. Pirsên herî zêde divê sosyolojiya azadiyê bersiva wan bide di vê qadê de ne.
Em serketina sîstemê ya di vê qadê de dikarin ji çend aliyan ve şîrove bikin.
Yekemîn, girêdana kêrhatî ya dîn û exlaq bi civakê re sist dike, bi huqûqê laîk re dixe dereceya duyemîn û bi xwe ve girê dide. Dîn û exlaq bi qasî ku ji sîstemê re xizmetê bikin destûra wan tê dayîn. Huqûq û laîktî di cewherê xwe de ji bo kontrola civakê bikeve bin desthilatdariya kapîtalîzmê, du amûrên girîng in. Ji civaka berê hem beşê arîstokratîk, hem jî serfên wê digire nava sermaye û hêza xebatê, û ji bo rezervên xwe çêke, bi sîleha huqûq û laîktiyê tasfiye dike. Bi tevahî ji holê ranake. Ji ber ku ew amûr in, ji alî şaristaniyê ve gelekî têne bi karanîn, weke gotina dawiyê ya şaristaniyê hewcedariya wê bi wan gelekî heye. Lê bi şertê ku nebin hevparê desthilatdariya wê ya siyasî û ekonomîk, û li pêşiya wê nebin asteng. Di dîn de reform û dewleta huqûqê, bi vê fonksiyonê radibin û dibin nîşaneyên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst. Kengî civak û ekonomî dikevin rewşa kapîtalîzmê, hingî weke du amûrên bingehîn bi rolên sereke radibin. Di heman demê de pirsgirêkên sîstemê yên zêhniyetê çareser dikin.
Ya diduyan, ‘rêbaza zanistî’ ye. Cihêkirina obje û sûbjeyê kilîta hegemonya zêhniyetê ye. Bi qasî xuya dike, rêbaza zanistî bêyî prensîba objektîvîzmê nabe, lê ya rastî ji bo serdestiya sûbjektîvîzmê qonaxeke pêş e, hewcedarî pê heye. Ji bo mirov karibe bi rê ve bibe divê mirov sûbje ango kirdar be. Di vê rewşê de bi awayekî xwezayî yên têne birêvebirin jî dibin obje. Tiştê dibe obje yanî dibe eşya jî serdestî lê tê kirin û tê rêvebirin. Eşya weke xweza obje ye, ji lewra mafê kirdar çêdibe wê bi rê ve bibe. Ango ev îfadeyeke birêvebirina eşya ji aliyê kirdar e. Mîna amentû ya zanistê be. Cihêkirina obje-sûbjeyê reh û rîşên xwe diçin heta dema Platon. Cîhana ‘îdea’yan a Platon ku xwe bi dualîteyên basît nîşan didin, bingehê tevahiya cihêbûnên bi heman rengî ye. Jixwe em bingehê mîtolojîk ê van dualîteyan bi awayekî harîqûlade li cem civakên Sumer û Misrê dibînin. Hiyarerşiya jor bi awayekî xwedayî tê mezinkirin û bilindkirin, yên li jêr jî dikin benî û bende. Ev rewşa dîrokî reh û rîşên dabaşê ne. Îfadeya zêhnî ya dualîteyên mîna afirîner û yê tê afirandin, rêveber û yê tê rêvebirin, xweda û bende, kelam û eşya, îdeayên mukemmel û nîşandanên wan yên basît hêdî hêdî pêş dikevin û xwe digihînin cihêkirina obje û sûbjeyê. Cihêkirina beden û ruh jî di vê çarçoveyê de ye. Maneya siyasî ya vê yekê înkara demokrasiyê ye, û rêvekirina li olîgarşî û monarşiyê ye.
Divê mirov baş fêhm bike ku bi kapîtalîzmê zêhnê analîtîk kirasê herî hîlekar û bêbext li xwe dike. Borsa ji bo vê yekê rastiyeke balkêş e; qadeke welê ye ku mejiyê bûyeran dihûne (mejiyê spekulatîf) zêde jê karê dike. Di nava sîstemê de mejiyê bûyeran dihûne û spekulatîf dibin mîna cêwiyan. Di qada eskerî û polîtîk de jî her wisa ye. Şer li ser xasûkî û hîlekariyê hatiye avakirin. Asta herî jor a çanda nêçîrvaniyê ye. Mejiyê bûyeran dihûne, di qada borsa, polîtîka û eskerî de bi qasî ku li ti devera din nebe, bûye amûrekî manîpulasyon û komployê. Bi qasî serê derziyê cih nade wicdan û hisan. Li aliyekî bi carekê bi bombeyên nukleer û bombeyên din mirov bi hovîtiyeke mezin diqelin, li aliyê din jî li qadeke din bêyî ku dilopeke xwêdanê birijînin, di nava çend rojan de dibe ku mîlyar werin bidestxistin. Mirov dikare bi hêsanî bibêje, kapîtalîzm zêhniyeta xwe bi tevahî di borsa, polîtîka û şer de nîşan dide. Kapîtalîzm ji bo karê bike ti nirx û hisa mirovatiyê nîne ku binpê neke.
Ya rastî mejiyê ji bo jiyanê bivênevê hewce ye, mejiyê hisî ye. Wexta mirov ji vî mejiyî qut bû, wê maneya jiyanê jî hêdî hêdî nemîne. Felaketên ekolojîk, mîna nûçeyên qiyametê bin, tehlûkeya li ser dinyayê radigihînin. Berpirsê vê felaketê mejiyê analîtîk e. Ev mejiyê bûyeran dihûne, bi ziman, desthilatdarî, bajar, dewlet, zanist û hunerê xwe xwedî kir û di dawiyê de bû Levîathanê global ango bû împaratoriya dinyayê ya sermaya global. Ji bo rawestandina vî cinawirî hewcedarî bi hewldanên berfireh ên mejiyê hisî heye. Ji bo mirov wî bê zirar bike divê mirov zordestiya wî ya li ser jiyana azad kêm bike. Hê dinya me neketiye rewşekê ku jiyan lê nebe, divê mirov wê bixîne rewşekê ku nikaribe bijî û bimîne. Wezîfeya bingehîn a sosyolojiya azadiyê ew e ku xwe bi awayekî serketî bigihîne teoriya vê çalakiyê û wê rast ava bike ku ev yek bi qasî man û nemanê girîng e.
(SIBE DEWAM DIKE)