Parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe re hevdîtin bike cara 763’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Fuat Coşacak û Serbay Koklu, ji bo bi muwekilê xwe Rêber Ocalan re hevdîtin bike cara 763’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha 762 caran serî li serdozgeriyê dan û serlêdanê wan tim hatin redkirin. Dozgeriyê bi hinceta “Muxalefeta Hewayê heye”, “Keştî xerabe ye” û “OHAL” serlêdan red kirin.