Di çarçoveya hemla “SERÎ HILDE” de her wiha di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, ciwanên Rojavayî ku li Başûrê Kurdistanê rudinên ber bi Qendîlê ve diçin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer a li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê berdewam dike. Di çarçoveya çalakiya ku di 8’ê hezîranê de hatiye destpêkirin û li Binarê Qendîl çadira Mertalên Zindî hatiye vekirin de, her roj welatî jî diçin serdanê.
Piştî koma ku duh ji herêma Raperîn Çûbu, îro jî komek ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê ku li Başûr rudinên, bi armanca piştgiriya Mertalên Zindî berê xwe dan Qendîl.
Koma ciwanan ku ji dehan kesan pêk tê, di saetên serê sibehê de bi wesayîtan derketin rê.