B- Ekonomîzm:
NAVENDA NÛÇEYAN – Fikrên derketina kapîtalîzmê weke encameke xwezayî ya pêşketina aborî dibînin, di vê komê de cih digirin. Nexasim Marksîzm ji vî aliyî ve hêsan û besît kirine û kirine ku bi tenê ekonomîzm jê bimîne. Weke ku hewldane kapîtalîzmê mîna modeleke ekonomîk fêhm bikin. Ji ber vê yekê, fena ku ekonomî-polîtîka danîbin serê quncika civaknasiyê, jêre cih veqetandine. Di avabûna dewleta modern de hin biryarên der barê jiyana ekonomîk de dane, weke zanistê hatine disîplînekirin.
Ji ber ku kapîtal, ango sermaya karê dike li bazarê buhayên alavan îstîsmar dike, di çêbûna vê fikrê de dibe xwedî roleke girîng. Weke ku ji dîrok, civak, desthilatdarî û tevahiya pêşketina şaristaniyê qut pêşketineke kapîtalîst mumkin be. Meyleke bi vî rengî xuya dike. Bi awayekî paradoksî kesên herî zêde antî-kapîtalîst xwe dihesibînin, bi awayekî kapîtalîzm hîç heq nake, wê li cihekî welê didin rûniştandin qaşo bi vî awayî li dijî kapîtalîzmê şer dikin.
Mirov dikare aborînas û siyasetvanên bi eslê xwe ji Ingilistanê fêhm bike. Ji ber ku li vî welatî kapîtalîzm bi ser ketiye, mirov li bendê ye ku ew ekonomiya nû bikin model. K. Marks li ser vê modelî ponijiye û weke rexneyeke li ekonomî û siyasetvanên Ingilîz, hewldanên wî gelekî girîng in, û têra xwe rewşê rave dike. Bê şensî ew e ku berhema Marks nîvco ma û Marksîstên piştî wî jî hatin ew bi temamî karîkaturîze kirin. Yek ji kêmasiya wî ya bingehîn ku mirov dikare diyar bike, ew e ku têkiliya kapîtalîzmê bi desthilatdarî û dewletê re bi rêkûpêk analîz nekir û ji hev dernexist. Hewl daye rola îdeolojiyê diyar bike. Der barê zêhniyeta kapîtalîzmê de hin caran ravekirinên wî têra xwe xurt in.
Lê ew bi nêrîna pozîtîvîzmê ya li bûyeran, xapiya. Di dema Rohnîbûnê de îdeolojiya berdilê her kesî pozîtîvîzmê ji zû ve mohra xwe li atmosfera entelektuelan xistibû û wî jî bi nêrîna vê îdeolojiyê ya li bûyeran, analîz kirine. Bawer kiriye û guman nake ku weke zanista fizîkî mirov dikare zanista civakê jî bike. Ev helwesta wî, hiştiye ku xebata wî ya bi navê Kapîtal a gelekî hêja ye, berdar nebe û kiriye ku mîna pirtûkeke dînî were şîrovekirin. Jixwe ya mirîd jî bikin diyar e. Şîroveyên Lenîn ên der barê emperyalîzm, kapîtalîzma yekdestdar û dewlet-şoreşê de hewldanên ku ji felsefeya dema Ronahiyê nebihurîne ne. Dîsa tevî ku gelek fikrên kêrhatî pêşkêş kirine jî, nebûna kapasîteya wî ya bihurandina ji modernîteya kapîtalîst, di serneketina ezmûna Sovyetê de jî dibe yek ji sedemên sereke.
Şîroveyên anarşîstan der barê kapîtalîzmê de jî bi giranî ekonomîk in. Mîna ku kapîtalîzmê bi ekonomîkbûnê mehkûm bikin, bawer kirine ku wê hilweşe. Têgihiştinên bi pozîtîvîzmê seqetbûyî; çi ye, ne çi ye qanûnên zanistê hene. Ekonomî jî zanistek e. Ji lewra qaûnên wê jî hene. Li gorî van qanûnan, ji ber ku krîz û arîşeyê diafirîne, kapîtalîzm sîstemek e ku wê nikaribe bimîne. Eger wisa be, wê wextê divê mirov van qanûnan bi lez bikêrhatî bike. Encam, kapîtalîzm ê hilweşe û li şûnê komînîzm ê ava bibe! Li ser hîmê van fikran civak rast nayê binavkirin.
Civak bi giştî li derveyî îdeolojiyên dema Rohnîbûnê xwedî sîstemekê û hata kaosekê ye. Ekonomî jî di navê de, bi tevahî avahiyên sazî û zêhniyetê yên civakê bi xisletên xwe ji zanistên weke pozîtîf têne bi navkirin cihê ne, û rewşa wê ya çalakiyan bi pirranî xwedî xisletên kaosê ye ku ev yek jî helwestên gelekî cihê yên çalakiyan û çareseriyan hewce dike.
Di çarçoveya rohniya van rexneyan de em dikarin pêwendiyên di navbera ekonomî û kapîtalê ango nîzama sermayeyê de bidin fêhmkirin. Belkî nakok xuya bike, lê ya pêşî divê em bikin ew e ku em kapîtalîzmê ekonomî nehesibînin. Eger em kapîtalîzmê weke rejîmeke siyasî analîz bikin, ev dikare me hinekî li kara wê ya di naveroka wê de cih digire, serwext bike. Girîng e ku em li vir nekevin reduksiyona dewlet û desthilatdariyê. Ango em ê ji ekonomîzmê ber bi desthilatdariyê ve, bi ber bê nekevin. Eger civaknas Max Weber li şûna nirxandina xwe ya bi navê ‘Exlaqê Protestan û Kapîtalîzmê’ yekser kapîtalîzm weke terîqetekê şîrove bikira, wê şensê wî yê ravekirinê zêdetir bûya. Fernand Braudel dixwaze derketina kapîtalîzmê bi hewldana wê ya li bazarê kontrolkirina buhayan, rave bike. Marks jî di navê de, ev şîrove bi tevahî girîng in, lê kêmasiya wan a bingehîn ew e ku timî xwe mecbûr his kirine mijarê ji awirê ekonomiyê rave bikin.
Li gorî min, kapîtalîzmê ji destpêkê ve xwe weke eskerî, siyasî û çandî bi rêxistin kiriye, ji rêûresmeke kevin a rêxistinî tê ku bi xasûkî di serî de danehevên maddî nirxên civakî desteser kirine, ha vê rêxistiniyê ji sedsala 16’an û pêve li Rojavayê Ewrûpayê weke civakeke serdest şikil girtiye û bi gewde bûye. Zilamê bi hêz ê pêşî tevî koma xwe ya rêbirr û tolaz nirxên civakî yên li dora jin-dayikê desteser kirin û em dikarin kapîtalîzmê weke xeleka modern a vê rêûresmê bi nav bikin. Li Ingilistan û Hollandayê, berê jî li bajar-dewletên serkêş ên Îtalyayê Cenova, Floransa û Venedîkê, komên kapîtalîst ên pêşî bi dewletê re di zikhev de weke terîqetekê jiyana wan a taybet hebû, bi tiştên nû dikirin bi hostayî pere ji piyasê dimêtin, li bazarên li her devera dinyayê belav bûbûn, bi buhayê alavan dilîstin û bi vî awayî nirxeke mezin desteser dikirin û wexta hewce dikir bêfikar serî li darê zorê didan. Ango kapîtalîzm çalakiya wan komên xwediyê mejiyê analîtîk e. Li hin deveran mirov ji van kesan re dikare xanedan, arîstokrat û bûrjûwa jî bibêje. Ji dizek û heramiyên serdema navîn û destpêkê cudahiya wan a bi tenê û girîng ew e ku bi giranî li bajaran rûdiniştin, bi otorîteya dewletê re ketibûn zikhev û wexta hewce bikira bi awayekî sernuxumandî û di dereceya duyemîn de serî li darê zorê didan. Li gorî xuya dike, rêzik û pîvanên ekonomiyê hene. Ew jî li gorî van rêzikan bi mejî û pereyê xwe yê pêşî, karê dikin. Eger li dîroka kapîtalê baş hûrûkûr were kolan wê were dîtin ku nirxê vê helwestê bi temamî bi qasî çîrokekê ye.
Di şerên mêtingehan de wexta danehevên pêşî ti rêzik û pîvanên ekonomiyê tinebûn. Li Portekîz, Spanya, Hollanda, Franse û hînê berê jî li koloniyên bajarên Venedîk û Cenovayê rasterast bi temamî bi darê zorê danehevên kapîtal ên pêşî bi dest hatibûn xistin. Hem li bazarên welatên nêz, hem jî li qadên mêtingeriyê tespîtkirina van rastiyan zehmet nîne. Ji Çil Heramiyan paşê efendî çêbûne. Begzade çêbûne. Mirov ji çil heramiyên modern re efendiyên bûrjûwa bibêje, ev ê ne ji modeyê wêdetir be. Disîplînên bi navê aborînasiyê fonksiyonên wan ên bingehîn ew in ku ser cewherê meseleyê bigirin. Kîjan teorî di van mijaran de pêşkêşiyeke serketî bike weke berhema sereke lêkolîna wê tê kirin û xelatê didinê. Bi qasî zanista diyardeya ekonomiyê, ti zanist bi rastiyan nelîstiye û rastî berevajî nekirine. Aqlê bûyeran dihûne, berevajîkirina wî ya herî mezin di qada polîtîk-ekonomiya kapîtalîst de derdikeve pêşiya me. Modernîteya kapîtalîst sîstema bi tenê ye ku xwedî luks e, bi temamî li ser vê zanista qelpezaniyê mezin bibe.
Ekonomî yan jî bidestxistina objeyên jiyana maddî, yek ji pirsgirêka bingehîn a zindîtiyê ye. Ji bo pêkhatina beridandinê, ekonomî amûrek e. Sîstema zindî, bi riya metabolîzmayê objeyên li gorî hezma xwe ji derve peyda dike û bi vî awayî hebûna xwe dewam dike. Rêzikeke gerdûnî ye; bi cihêbûnê beridîn jiyanê domdar dike. Ji bo bi awayekî pirr zêde pêşî li pirrbûna cinsekî bigire û cinsên din jî ji dagirkeriyê biparêze ango ji bo pêşî li tinebûna wan bigire, timî weznek an jî rewşek li ber çav girtiye. Ji bo mişk pirr zêde nebin û nebatan tine nekin bi mar pêşiyê li zêdebûna wan digire, ji bo bizin, mîh û heywanên din hemû yên mîna dewaran giha û nebatan talan nekin bi heywanên dirinde pêşî li zêdebûna wan girtiye û weznek daniye û rê daye hebûna cinsên wan. Gelo xweza çima bi vî awayî diberide? Mirov li gorî encamê dikare bersiva vê pirsê bide. Li gorî min, sedema bingehîn a vê yekê ew e; sîstema zindiyan bi vî awayî xwe domdar dike. Gelo mirov ji vê re dikare bibêje hovîtiya xwezayê yan jî dadperweriya wê? Ev guftûgoyeke cuda ye. Dîsa gelo ev yek encama mejiyekî pêşketî ye, yan jî têkiliya xwe bi paşvemayînê re heye? Xusûsa tê pirsîn, gelo mirov vê mijarê bixe çarçoveya metafizîkê yan na jî li gorî min pirseke manedar e, û divê mirov van pirsan weke yên der barê gerdûnê de bibîne û bi mejiyekî analîtîk li ser rawest e. Mirov dikare têkiliya wê bi hebûnparêziyê (existentialism) re deyne.
Bersiva mirov bide van pirsan ew e ku beridîn hostatiyê timî li ber çav digire. Bi awayekî din, di rêveçûna gerdûn û zeman de hostatiyek, gera li seridandinê, kemaliyetê heye yan jî wer xuya dike. Naxwe em ê beridînê heta bi mirov û pêşketina mirov weke civakeke teng çawa rave bikin? Eger bi tevahî şêr an jî dewar hebûna wê naverast dagir bikirana û belkî jî jiyan ji asta kevzên destpêkê wêdetir neçûya. Beridandina bi heybet a heta bi mirov rê li pêkhatineke mîna wicdan û exlaq jî vekiriye. Maneya vê çi ye? Dilovanî û dadperwerî! Mirov vê rêzikê jî weha dikare îfade bike: ‘Eger fikir yekbûya, gur û mîh wê bi hev re bijiyana.’ Di vir de jî rêzika gerdûnîbûnê veşartiye. Gelo biratiya gur û mîhê mumkin e? Tevgera mirov nîşan daye ku ev yek mumkin e. Ango mirov bifikire û bixwaze ku mirov nabe gurê mirov, armanceke dest jê nabe ya mirovbûnê bi xwe ye.
(SIBE DEWAM DIKE)