Ciwanên ji bajarê Babê, zextên hêzên asayîşê yên dewleta Tirk ên li ser gel protesto kirin û xwestin ji bajêr derkevin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker ku du sal in Bab dagir kiriye, zexteke giran li gelê bajêr dike. Li bajêr hema hema her roj teqîn û şer rû didin. Hemû hêzên asayîşê, polîs û leşkeriyê di kontrola dewleta Tirk de ne.
Hêzên asayîşê yên ser bi dewleta Tirk zexeke giran li gel dikin. Ciwanên ji Babê li navenda bajêr li hev civiyan û hêzên asayîşê protesto kirin. Ciwanan ji bo azadiya Babê dirûşm qîriyan û xwestin, hêzên dewleta Tirk ji bajêr derkevin.