Bi destpêka şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de destpê kir re pîlanên dijberiyê yên li dijî pirojeya demokratîk zêde bûn. Şoreşa ku rêgezên xwe ji bingeha Serhildana Qamişlo ya 12’ê Adara sala 2004’an girtiye êdî mezin dibe û li herêmên Bakurê Sûriyê tevahî belav bû. Gelek hêzên dijber ên herêmî û derve hewl dan destwerdanê di karûberên rêveberiya Bakurê Sûriyê de bikin, li ser vî esasî jî beşek ji xaka wê dagrkirin da ku berjewendiyên xwe tesbît bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rê û rêbazên şerê li dijî şorşa gel a li Bakurê Sûriyê pir bûn. Carna yekser bi rêbazên leşkerî pêk anîn, wekî tiştê li Şehba û Efrînê bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hat, carna jî di aliyê siyasî de ku “Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê” û ENKS’ê pêk tanîn. Ne tenê wiha di aliyê civakî de wan aliyan dijberiya xwe bi şoreşa gel re xistin dewrê. Hewl dan çanda bê exlaqî ya li dijî nirxên civaka Sûriyê belav bikin û di gelek cihan de navên rêxistinên sextet û ne fermî ku avakirin, xistin dewrê.
Şaneyên razayî
Sîstema şandeyên razayî û avakirina komên mezin ji bo têkbirina şoreşê dane destpêkirin. Şandeyên razayî dikarin xwe li gorî rewşa heyî di herêmê de tevger bikin û wiha dest bi kar kirin. Tesfiya canî, teqîn û bicihkirina mayînan aloziyê kûrtir dike. Ev hemû kar bi destê şandeyên razayî dihate kirin. Di 7 salên derbasbûyî de li Rojava gelek qonaxên şoreşê hatin jiyankirin. Di van hemû qanaxan de şandeyên razayî xwe birêxistin kirin û ketin nava hewldanê ku di navbera civaka herêmê de parçebûnê derbixin, her wiha bê îradebûnê di nava civakê de pêş bixe.
Di 7 salên derbasbûyî de gelek sûc û binpêkirinên ku sûcdar ne diyar in pêk hatin. Şaneyên razaqyî bi tevgera xwe ya istxbaratî tên naskirin. Piştgiriya xwe ji aliyekî ve digrin û wekî me beriya niha jî got armanca wan a sereke ew e ku tevliheviyê li aliyê din derbixin. Herî zêde aliyên ku dê sûd ji wê tevlîhevî û bê aramiyê ku di nava pêkhateyên Sûriyê de derkeve, istxbaratên Tirkiyê ne. Ji ber ji berjewendiyên wan e ku temenê şoreşa Sûriyê dirêj bibe.
Aliyê ku li Bakurê Sûriyê piştgiriya şaneyên razayî kirin zêde bûn. ji ber ku Bakurê Sûriyê li ber sînorê Tirkiyê ye, di rêza yekem de dewleta Tirk ew şande xistin tevgerê. Ji ber di sînorê Tirkiyê tevgera qaçaxçî û çûn û hatina wan zêde bû. Bi taybet di dema ku çeteyan hin herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet herêma gundwarên bakur ên Helebê û bajarê Helebê, heta hema û Humsê dagir kirin.
Bi destpêka şoreşa gel re şandeyên razayî bi awayekî rêxistinkirî derketin holê. Li kantona Efrînê şaneyên razayî yên girdayî Istxbartên Tirkiyê rastrast teqîn li gelek navendan pêk anîn. Ji wan saziyên xizmetguzarî û saziyên civaka sivîl, di sala 2013’an de navenda Rojnameya Ronahî û ajansa me (ANHA) ya li Efrînê teqîn pêkanîn. Li herêma Cizîrê jî tesfiye û êrîşên bi teqînan rojane pêk tanîn. Hemû êrîşî jî sûcdar ne dihatin anskirin. Yek ji bûyerên tesfiyekirina rayedarên Rojava, bûyera şehîdxistina Endamê Rêveber TEV-DEM’ê Îsa Hiso ye.
ANHA’yê mukirhatina sûcdaran bidest xist
Tevna Ewlehiya Giştî ya Hêzên Asayîşê di encama lêgerîn û lêkolîna bûyera şehîdxistina Îsa Hiso ket nava tevgerê û dirêj kir. Di encama lêkolînê de hin endamên şandeya razayî ku bûyer pêk anîn, di cotmeha sala 2016’an de hatin girtin. Bi wan re lêpirsîn hate destpêkirin, heta hêzên Asayîşê endamên din ên şandeyê li herêmê girtin. Çavkaniyên Asayîşê destnîşan kirin ku wan piştî lêpirsînê dosya girtiya radestî dadgeha gel kirin. Ajansa me mukrhatina sûcdaran bidest xist.
Rêveberê şaneyê
Koma sûc pêk anî ji 24 çeteyan pêk tê, piraniya wan ji Herêma Cizîrê ne, ji wan 11 reviyan derveyî welat. Hemû jî di nava civakê de kesên xirab in û berê sûcên wan hene. 2 kes rêveberiya komê dikirin.
Mihemed Ehmed El-Şebyan (Ebû Xalid) ji gundê El-Qisêr a girêdayî Qamişlo ye. Di sala 1977’an de jidayîk bûye û wekî memûr di buroya kirîna genim de kar dikir. El-Şebyan piştgiriya xwe ji Emîrê Ehrar El-Şam ê herêma Holê “Ebû Hemza El-Kurdî” yê ji bajarê Qamişlo digirt. Ebû Hemza El-Kurdî niha li bajarê Hatay yê Tirkiyê bi cih bû ye. Dema rola çeteyên Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê ve li herêma Cizîrê kêm bû, di dawiya sala 2013’an de berê xwe dan herêmên Bakurê Heleb û Idlibê. Di wê demê de DAIŞ beşek mezin ji Sûriyê û Iraqê dagir kir.
El-Şebiyan di wê demê de bi gelek aliyan re ket nava tevgerê, ji wan kesan Serçeteyê Cebhet El-Nusra Mesûd Betal bû. Betal mehane mûçeyên di navbera 500 û 1000 dolarî de dida El-Şebiyan. Li gorî mukirhatina El-Şebyan di heman demê de bi çeteyê bi navê Ebdulah Arûb jî di nava têkiliyê de bû, wî jî mûçeyek mehane di navbera 700 -100 dolarî didayê. El-Şebiyan da zanîn ku wî bi kesê bi navê Mihemed Ebulsemed El-Ibrehîm re ket nava hewldanan de ku riya bazirganiyê bi DAIŞ’ê re vebike, ev li ser daxwaza Arûb pêk hat û got ku ev pirojeya wan têk çû.
Rola istxbartên Tirkiyê
1-Filûdî Iskender Ibrehîm: Ew mejiyê pîlanger û rêveberê şandeyê bû. Di nava komê de wekî mudîrê giştî dihate naskirin, ji ber di aliyê teqemeniyê de xwedî tecrube ye. Hemû teqemeniyên ku şandyeê bikar anîn teqanidn ji aliyê wî ve dihate çêkirin. Mala xwe kiribû “odeya çalakiyan” a komê. El-Şebiyan da da zanîn ku têkiliya Filûdî yekser bi istxbaratên Tirkiyê re hebû.
El-Şebiyan di mukrhatina xwe de got ku Filûdî miqdarek jehira ku di qutyeke girover de bû, ji istxbartên Tirkiyê wergirt. Ji wî xwestin li gorî imkana karibe wê jehrî bixe nava xwarinên ku li navendên Asyaîşê û YPG’ê têne bevalirin û destnîşan kir ku kesê bi navê Fîras Salih El-Umer û Amir Nûrdî Gabî di vê yekê de alîkariya wî bikin.
Fîras Salih El-Umer mukir hat ku Filûdî yekser xet bi Istxbartên Tirkiyê re vekirîbû. Tevgera fermandarên leşkerî û siyasî yên Rojava ji wan re dişand. Fîras da zanîn ku carekê ew û Filûdî li ser riya gundê Hîmo, ji wir Filûdî navneda YPG’ê ya li wir ji istxbaratan re nîşan da. Di heman demê de navenda Asayîşê ji wan re nîşan da. Hemû jî di riya sîstema “GPS” pêk hat. Ev hemû di çarçoveya pêkanîna pîlanên giştî ya şandeya wan pêk hat. Di mukirhatina wan de jî hate gotin ku Istxbartên Tirkiyê ew fînase dikirin.
Piştî bidawîkirina peywira diyarkirina van navendan, Filûdî agahiyên di derbarê civînên giştî de ku têde endamên fermandariyê beşdar dibin ji Fîras dixwaze da ku istixbarata Tirkiyeyê agahdar bike û çalakiyên kuştinê pêk bînin.
Piştî peywendiyê piraniyan bi Şîban û Filûdî re kom tê avakirin. Şîban di mukurhatinên xwe de da zanîn ku motika şaneya veşartî bi destpêkirina xwepêşandanên ji bo hilweşandina rêjîmê di sala 2011’an de hatiye danîn û di wê demê de Ebû Hemze El-Kurdî nas kiriye û têkliyên xwe bi wî re pêş xistine, da ku Şîban agahiyan di derbarê ciwanên ku beşdarî xwepêşandan dibin kom bike. Piştî demekê Ebû Hemze El-Kurdî jê dixwaze ku hin navan ji wî re pêşniyar bike da ku ji Idlibê re bêne şandin û beşdarî dewreyeke perwerdeyê ya taybet bi çeteyan bibin. Dewreya çeteyan nêzî 25 rojan dom kir. Navên endamên komê yên hatine girtin wiha ne:
“Mihemed Ebdilsemed El-Îbrahîm: bi Ebû Umer tê nasîn û ew ji bajaroka El-Qisêr a kantona Qamişlo ye û di sala 1977’an de ji dayîk bûye. Di embareke dermanan de dixebitî û li ser pêşniyara Şîban ji Ebû Hemze El-Kurdî re li Idlibê beşdarî dewreyekê dibe û piştî demekê Filûdî bi riya Şîban nas dike û li Qamişlo dest bi karê xwe dike.
Fadil Mecîd Osî: bi Ebû Reyan tê nasîn û ew ji gundê Xurbetgulî ya kantona Qamişlo ye û di sala 1984’an de ji dayîk bûye. Di xwaringehekê de dixebitî û bi riya hin endamên şandeyê beşdarî nava wan dibe û agahiyên xwe ji Mehmûd ‘Şîban’ werdigirtin.
Ebdilrezaq Mihemed Şêxmûs Elî: bi Seyda Ebû Ebdo tê nasîn û di sala 1971’an de li Qamişlo ji dayîk bûye. Karker bû û piştî serdana Şîban li mala wî beşdarî nava şaneyê dibe û ji wî re dibêje ku teqîna li taxa Kornîş wan weke komekek ciwanan pêk aniye.
Mihemed Nacî Mihemed Masûm Yûsif: ji gundê Kurdîwan a kantona Qamişlo ye û di sala 1980’yî de ji dayîk bûye. Di dukaneke pêdiviyên malan de dixebitî û bi riya Seyda Ebû Ebdo li mizgeftekê beşdarî nava şaneyê dibe û hin çeteyên din ên şaneyê nas dike. Mihemed Nacî Mihemed di mukurhatinên xwe de dibêje ku ew weke şaneyê dê her tim dixwastin biçin Idlibê lê her tim rê li pêşiya wan dihat girtin.
Ehmed Mella Umêr: ji bajarê Dêrazorê ye û di sala 1994’an de ji dayîk bûye. Xwendekarê înformatîk e. Bi riya Mihemed Nacî Mihemed beşdarî şaneyê dibe. Ehmed di destpêka 2014’an de derbasî herêmên Rojava dibe, piştî ku ji Dêrazorê koçber dibe. Ehmed ji Mihemed dixwaze ku biçin Idlibê û bi Ehrar El-Şam re bixebitin. Piştî demekê wî bi Şîban dide nasîn û ew weke çapemenîger tê erkdarkirin û rûpelên înternêtê ji Şîban re diafirîne.
Xelîl Cedûh Cenwî: bi Ebû Bekir tê nasîn ji bajarê Qamişlo ye û di sala 1990’î de ji dayîk bûye. Bazirganiya hilberînên tenelî dikir. Xelîl piştî ku Mihemed Ebdilsemed agahiyan jê dixwaze beşdarî şaneyê dibe. Cedûh di mukurhatinên xwe de dibêje ku wî dizanîbû ku Mihemed Ebdilsemed di bin sîwana Tehrîr El-Şam de dixebitî û piştre Şîbanî nas dike.
Elaa Silêman El-Cerbûh: bi Ebû Ebdullah tê nasîn û ji bajarê Qamişlo ye di sala 1988’an de ji dayîk bûye. Di buroyeke kirîn û firotina siwareyan de dixebitî, beşdarî nava şandeyê dibe û alîkariya Şîban û Mihemed Ebdilsemed ku xwe weke endamên Ehrar El-Şam didan nasîn a çûn û hatinê dikir.
Ebdilheq Mihemed Maşûq Dawûd: bi navê Ciwan tê nasîn, ji bajarê Qamişlo ye û di sala 1992’an de ji dayîk bûye. Karker bû û bi riya Mihemed Nacî Mihemed beşdarî şaneyê dibe û li xwe mukur hat ku di giştî dema borî de bi wan re xebitî ye.
Fîras salih El-Umer: bi Ebû Şêrîn tê nasîn ji gundê Elkolê Qamişlo ye û di sala 1977’an de ji dayîk bûye. Di ajokariyê de dixebitî.
Her wiha gelek çeteyên din ên girêdayî şaneyê li ser tirsa ku di demeke pêş de bêne girtin reviyan ew jî ev in:
Ehmed Xerîb, Îbrahîm Xerîb, Mihemed Zekî El-Himêdî, Salih Ehmed Temo, Ebdilrehman Temo, Ehmed Fexrî Osman, Mihemed Hac Yûsif, Amêr Nûrî Gabî,Mûsa Betûşî, Ridwan Mihemed Şerîf, Xidir Şêxmûs Elî.
1- Kuştina rayedar Îsa Hiso di 30’yê cotmeha 2013’an de
Pilankirina vê çalakiyê beriya du rojan ji pêkanîna wê dest pê kir. Şîban û Filûdî kiryara kuştinê pilan kirin. Filûdî mayîn bi xwe amade kir û Fîras Salih El-Umer mayîn wergirt û Ehmed Xerîb jî bi siwareya şehîd Îsa Hiso ve daliqand û Mihemed Zekî El-Himdî jî bi mijara çavdêrî û payînê hate erkdarkirin.
Şîban di mukurhatinên xwe de diyar kir ku wî serdana Filûdî kiriye û ew jî bi Mihemed Zekî Cuma El-Himêdî re ku bi navê Xêro tê nasîn, rola Rêveberiya Xweser nîqaş dikirin ku rojane mezintir dibû û metirsiya wê li ser endamên komê û alîkarên wê zêde dibe. Şîban di berdewama axaftina xwe de dibêje ku ew bi siwareya Xêro çûne buroya rêwîtiyê ya Fîras El-Salih El-Umer ya nêzî mala şehîd Îsa Hiso ya li taxa Kornîş. Fîras El-Salih El-Umer jî hevkariya wan di kiryarê de kiriye.
Fîras El-Salih El-Umer di mukurhatinên xwe de got ku Şîban, Filûdî û Xêro serdana wî kirine da ku rayedarekî Rêveberiya Xweser bikujin û got ku wî pêşniyar kiriye Îsa Hiso bikujin, ji ber ku ew baş dema hatin û çûyîn wî ya malê nas dike, ji ber ku buroya wî nêzî mala Îsa Hiso ye.
Şîban di derbarê kiryar kuştina Îsa Hiso de dibêje ku wan Ehmed Xerîb ji bo daliqandina mayînê hilbijartine û Fîras jî dê siwareyê bi riya amêr biteqîne. Filûdî jî mayîn amade kiribû û bi amêr ve girêda bû. Her wiha destnîşan kir ku wan 30’ê cotmeha 2013’an ji bo teqandina siwareyê diyar kiribûn.
Li gorî îfadeya Şîban piştî ku agahî di derbarê siwareya Îsa Hiso û çûn û hatina wî hatin komkirin, Ehmed Xerîb mayîn bi siwareyê ve daliqand, piştî ku cilên parsê li xwe kirin.
Di derbarê teqandinê de Fîras got ku dema Îsa Hiso li siwareya xwe dibe wî siware teqand, piştre Asayîş dê hemû şahidên buyerê bigire û piştre dê bêne berdan.
2- Kuştina Endamê Yekîneyên Parastina Gel Sadedîn Şêxmûs 13’ê tîrmeha 2013’an
Li ser pêşniyara kesê bi navê Ehmed Fexrî Osman ji Îbrahîm Xerîb re pilana pêkanîna çalakiyê dest pê kir. Xerîb jî ji aliyê xwe ve pêşniyar ji Şîban berpirsyarê şaneyê re vegotin û wî jî mijar bi Filûdî re gotûbêj kir û dest bi amadekirina mayînê ji bo kuştina Sadedîn Şêxmûs kirin.
Li gorî îfadeya Şîban, şaneyê pilan kir ku kursiyeke bîsîklêtekê mayîn bikin û li pêşiya dukana Sadedîn bi cih bikin. Li ser vê bingehê di 12’ê tîrmeha 2013’an de Filûdî mayîn amade kir.
Îbrahîm Xerîb jî bîsîklêt li pêşiya dukana Sadedîn bi cih kir û Ehmed Fexrî Osman jî çavdêriya Sadedîn dikir û di sibeha 13’ê tîrmeha 2013’an de dema ku Sadedîn hewl dida bîsîklêtê ji pêş deriyê dukana xwe bide alî mayîn pêde hate teqandin û şehîd bû.
3- Kuştina çalakvanên siyasî Mehmûd Seyda 11’ê tebaxa 2013’an
Şîban di mukurhatinên xwe de dibêje ku kiryara kuştinê bi saya Xidir Mihemed Şêxmûs Elî (biraziyê Mehmûd Seyda) pêk hat ku kuştina apê xwe pêşniyar kiribû. Şîban Xidir bi riya Salih Ehmed Temo ku yek ji endamên komê ye nas kiriye.
Şîban di berdewama axaftina xwe de got ku wan di destpêkê de xwestin Seyda bi damançeyeke bêdeng bi riya motoskilêtekê bikujin, lê ji ber ku damançe nehat peydakirin pilana wan a destpêkê têk çû.
Şîban da zanîn ku piştî Seyda cihê niştecîbûna xwe diguherîne wan pilana xwe guhert û destnîşan kir ku di heman taxa nû ya Seyda de çeteyekî bi navê Mihemed Hac Yûsif Ehmed hebû.
Şîban wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di şevekê de ku Xidir li ba apê xwe diman bi Salih Ehmed Temo û Îbrahîm Xerîb û Ehmed Xerîb re li hev kirk u bi ser mala wî de biçin û kiryara xwe ya kuştina Mehmûd Seyda pêk bînin. Salih Ehmed Temo gule li wî barandin û Îbrahîm Xerîb û Ehmed Xerîb jî mala wî talan kirin.
4- Kuştina Endamê Meclîsa Gel a taxa Kornîş Ebdulla Qertemînî 5’ê Hizêrana 2014’an
Şîban got ku ev kiryar jî ji aliyê Mihemed Xêr Xelîf ve hatiye pêşniyarkirin ku li dermanxaneyekê dixebitî û Şîbanî bi riya kurê xaltîka wî Mihemed Ebdilsemed El-Îbrahîm ku ew jî di embareke dermanan de dixebite nas kiriye.
Li gorî mukurhatinên Şîban û Mihemed Ebdilsemed Îbrahîm di derbarê vê kiryarê de wan bi Mihemed Xêr Xelîf re lihev kirine û agahiyên berfireh di derbarê Ebdullah Qertemînî de kom kirine ku weke rayedarekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi nav dikirin.
Şîban got ku wan malek peyda kirin ku ji wê male mala Qertemînî û siwareya wî tê dîtin û di vê malê de Ridwan Mihemed Şerîf Îbrahîm û Fadil Mecîd Osî du rojan bi temamî tevgerbûyîna Qertemînî dişopandin da ku karibin mayînê bi siwareya wî ve daliqînin.
Fadil Mecîd Osî diyar kir ku wî mayîn ji Mihemed Ebdilsemed El-Îbrahîm wergirtiye û berê xwe daye kolana mala Qertemînî û li rex Ridwan Mihemed Şerîf Îbrahîm piştî nimêja li mizgefta El-Rewda saet di 05:00’an de mayîn bi siwreya Qertemînî ve daliqandiye û Ridwan jî çavdêriya kolanê kiriye.
Piştî ku mayîn hate daliqandin, Mihemed Xêr Xelîf diçe mala hatiye veqetandin ku ew mal li heman taxê bû û mala xizmekî hevsera wî bû û ji vir piştî ku Qertemînî li siwareya xwe siwar dibe ew siwareyê diteqîne.
5- Kuştina Endamê Yekîneyên Parastina Gel Kisra Şêxmûs 2013’an
Şîban got ku pilana pêkanîna kuştina Kisra Şêxmûs li mala Filûdî hate destpêkirin û weke odeya çalakiyan a koma wan bi nav kir.
Şîban da zanîn ku Kisra car bi car dihat dukana Salih Ehmed Temo ya dirûtinê û wî jî Kisra ber bi mala hevalekî xwe Mûsa Betoşî ve kişand ku ew jî endamekî komê bû û di bin hinceta kirîna çekekê di mala wî de ji ber ku ew endamekî leşkerî ye, ber bi mala wî ve kişand.
Şîban di berdewama vegotina çîroka pilana kuştinê de got ku pilan ew bû ku Kisra bi riya ava perteqalan were jehrî kirin, lê ev pilan pêk nehat, li gorî ku Mûsa û Salih ji Şîban re gotine. Piştre guleyeke numare 9 di serê Kîsra de danîne.
Şîban behsa lêhûrbûnên ku herdu kujeran ji wî re vegotiye kirk u wan serê Kisra jêkiriine û xistine tûrekî û Filûdî, Şîban û Xêro agahdar kirine da ku cenazeyê wî ji malê derbixînin.
Şîban got ku wî û Xêro û Filûdî cenazeyê Kisra li devereke paş benzînxaneya Çermûklî binax kirine.
6- Kuştina Endamê Yekîneyên Parastina Gel Cemal Mihemed Faris 2013
Filûdî Iskender û Mehmûd Ehmed Şîban: pilan û rêveberiya şaneyê
Salih Ehmed Temo û Amêr Nûrî Gabî: pêkanîna pilanê
Şîban di derbarê kiriyara kuştina Cemal Mihemed Faris de dibêje ku weke kuştina Kîsra Şêxmûs e, ji ber ku Salih Ehmed Temo gule lî wî barandin û pilan heman pilan bû ku Cemal ber bi mala xizmekî xwe Amêr Nûrî Gabî ve bi hinceta kirîna çekekê dikişînin û Salih guleyekê di serê wî de datîne û tîne mala Filûdî weke nîşana serkeftina çalakiyê.
Şîban serê Cemal ji ser pira El-Bişêriyê davêje çem û Salih û Amêr jî cenazeyê wî davêjin devera paş benzînxaneya Çermûklî ya başûrê Qamişlo.
7- Kuştina Riyad Ferhan Xidir (Şêro Îbarhîm 2013
Şîban rêzesûcdariyên xwe berdewam dike û li xwe mukur hat ku kuştina Riya Ferhan Xidir pilan kirin, nemaze piştî ku agahî wergirtin ku Ferhan û dostekî xwe diçin Til Hemîsê.
Şîban behsa israra Filûdî ya girîngiya girtina Ehrar El-Şam ji Ferhan re dike û got ku wan Mihemed Ebdilsemed şandine da ku rewşê bişopîne. Şîban dibêje ku di destên Riyad de agahiyên metirsîdar ên di derbarê koma wan de hebûn, ew jî bacanakê Filûdî bû.
Ji ber girîngiya agahiyên ku Ferhan dizane, Şîban bi pêkanîna çalakiyê hate erkdarkirin û li nêzî benda kontrolê ya Til Hemîsê li rex Ebdulsemend li benda hatina Ferhan man û ber bi Holê ve çûn û radestî Ebû Hemze El-Kurdî kirin û wî jî ji aliyê xwe ve lêpirsîna Ferhan kir.
Şîban dibêje ku wî Ferhan kuştiye û cenazeyê wî li devera El-Sebxat a başûrrojavayê Holê veşartiye. Şîban xwe ji kesê din yê bi Ferhan re dûr xist da ku ji aliyê çeteyan ve were kuştin.
8- Kuştina muxtarê gundê Hamo, Sebrî Hemze Selomî 3’ê tîrmeha 2013’an
Şîban got hersê çete Filûdî, Salih û Ebdilrehman muxtar ber bi hinceta kirîna gule û hin çekan bi malekê ve kişandine û Salih Ehemd Temo bi werîsekê ew fetisandiye.
Şîban got ku ew ji vê kiryarê ne razî bû û bi nêrîna wî pêwîstiya kuştina wî tune bû û got ku Filûdî hewl da wî bi kuştina muxtar birazîkirin bide ku ew alîgirtekî rêjîmê ye û hin kaxezên muxtar pêşkêşî wî kirine ku îspat dike ku ew endamekî hêzên ewlehiya leşkerî ye.
Di derbarê veşartina cenazeyê de jî got ku piştî hate fetisandin Filûdî gule di serê wî de danî û cenaze di tûrekî de li bejahiyê avêtine.