Çalakî û nerazîbûna lihember dagirkeriya dewleta Tirk her wiha operasyona li dijî herêma Qendîlê zêda dibe. çalakiya nerazîbûnê ku ciwanên welatparêz dabûn destpêkirin berdewam dike û roj bi roj zêde dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN – Danê sibehê siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan ji Silêmanî ji bo gefên Tirkiye yên leşkerî şermezar bikin, berê xwe dan Qendîlê.
Rêveber û endamên Tevgera Azadî, Eniya Gel a Demokratîk, REJAK, Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk ber destê sibehê bi 2 otubusan berê xwe dan Qendîlê. Pêşmergeyên Dêrîn, Helbestvan û Hunermend jî di nava komê de hene. Girseya gel wê di ser Dûkan û Ranya re xwe bigihîne Qendîlê û konê çalakiyê yê ciwanan ziyaret bike. Piştre jî wê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, çend roj berê çûn Qendîlê û dest bi çalakiya “Mertalên Zindî” kirin. Çalakiya ciwanan dewam dike.