Tevgera Xwendekarên Demokrat ya herêma Cizîrê li bajarê Hesekê ji bo ciwanên xwendekar qampek da destpêkirin.
AMÛDÊ – Qampa ku li akadimiya şehîd Faroq ya bajarê Hesekê hata destpêkirin dema xwe 7 rojin. 23 xwendekarên ji peymangeh û zaningehên herêma Cizîrê tevlî bûne her wiha hijmarek ji ciwanên înternasyonal jî tevlî vê qampê bûne.
Ciwanên xwendekar di qampê de dersên”Dîrok, Parastina rewa û bîrdozî dibin. xwendekar piştî dersên xwe derbasî piratîkê bûne û gelek êihên dîrokî ziyaret kirine” Til bêder, Til Taban û Girê Moza” hatin ziyaret kirin.
Dema ku xwendekaran Girê Mozan ziyaret kirin ji aliyê ajansa me ve hate şopandin û nerînên xwendekaran hatin girtin.
Xwendekara bi navê Zîlan Ahmed got: Em 23 xwendekar tevlî hindek ciwanên înternasyonal di vê qampê dene. em niha derbasî piratîkê bûne û çihên dîrokî ziyaret dikin.
Ahmed bang li tevahî ciwanên xwendekar kir ku dîroka xwe nas bikin.
Her wiha xwendekarê zaningeha Rojava beşa dîrok yê bi navê Dilman Hesen jî axifî: Ji bo ku em dîroka xwe nas bikin em tevlî vê qampê bûne, piştî ku me dersên xwe qedandin em derbasî piratîkê bûne û me Til bêder, Til Taban û Girê Moza ziyaret kirin.
Di dawiyê de xwendekarê bi navê Dîlawer Wezîr xwendekarê peymangeha şehîd Çiya got: Armanca me ji lidarxistina û tevlîbûna vê qamoê ku em dîroka xwe nasbikin û dîroka ku bin ax buye derxin holê.